Bi hinceta tev li meşê bûne 12 roj in li Navenda Paşvegerandinê tên sekinandin 2023-07-06 09:08:46   RIHA - Parêzer Şehrîban Demîrel ku li Navenda Paşvegerandinê çû serdana 3 penaberên ku bi hinceta tev li meşê bûne ew anîne navendê. Demîrel, wiha got: "Bêyî ku bê tespîtkirina ka tev li meşê bûne yan na, bi hinceta 'ewlehiya cemaweriyê ber bi xetereyê ve dibin' der barê wan de biryar hatiye dayîn. Ev biryareke li dijî hiqûqê ye."    Elyas Torabibaeskendarî yê ji Îranê, Roma Prokofer ê ji Rûsyayê û Mîguel Alvaro yê ji Portekîzê, bi hinceta ku di 25'ê hezîranê de li Stenbolê tev li "Meşa Rûmetê" bûne, sewqî Navenda Pşavegerandinê ya Rihayê hatin kirin. Her sê penaber di dema anîn Navenda Paşvegerandinê de bi rojan nikaribûn hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin. Her wiha di binçavan de 17 saetan tî û birçî hatin hiştin.    Rêvebera Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Şehrîban Demîrel ku tevî Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê serdana her sê penaberan kir, tiştên hatine serê wan ragihandin.    HATINE DERBKIRIN   Demîrelê bilêv kir ku xwegihandina kesên li Navendên Paşvegerandine, ji xwegihandina girtiyan zehmettir e û bal kişand ser pirsgirêkên li Navendên Paşvegerandinê. Demîrel, wiha got: "Pirsgirêka herî girîng jî nedîtina muxatabekî ye. Em ÎHD û OHD, me serdana her sê penaberan kir. Gotin, di dema binçavkirinê de hatien derbkirin. Bi taybetî jî Mîguel Alvaro Pereîra, ragihand ku polîsên sivîl lêxistine. Got, serê wî li otobêsê hatiye xistin. Di dema hevdîtinê de jî şopên lêdanê xuya bûn. Navenda Paşvegerandin xirab tê birêvebirin. Nasnameya zayendî ya van mirovan tê zanîn û diviyabû wan têxistana cihekî din, lê belê ev esas nehat girtin.    Demîrelê diyar kir ku ew OHD û ÎHD dê mijarê ji nêz ve bişopînin û axaftina xwe wiha qedand: "Dê di nava sê rojan de biryara wan a ji bo vegerandinê bê dayîn. Ger biryareke neyînî bê dayîn em ê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopînin. Li Tirkiyeyê bi salan e mafê protestoya aştiyane tê astengkirin. Nehatiye tespîtkirin bê ka her sê penaber tev li meşê bûne yan na, lê bi hinceta 'ewlehiya cemaweriyê ber bi xetereyê ve dibin ew anîne Navenda Paşvegerandinê. Ev li dijî hiqûqê ye. Ger tev li meşê bûbûn jî, ev mafê wan ê protestoya aştiyane ye. Ev nabe hinceta ji bo paşveşandinê."    MA / Ceylan Şahînlî