Abdullah Ocalan: Tecrîd ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî ye 2023-07-06 10:00:03 STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pergala Îmraliyê weke "sîstema sê ling" bi nav kir û tecrîda mutleq a li ser xwe nirxand û got: "Tecrîda ku li ser min hatiye pêşxistin tê wateya ji holê rakirina vebijêrkên siyasî û hiqûqî."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û xistin Girtîgeha Îmraliyê Ya Tîpa F ya Ewlekariya Bilind. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya ku "taybetî" ji bo Abdullah Ocalan hatiye çêkirin, di nava 24 salan de roj bi roj kûrtir dibe, ev 28 meh in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Li Girtîgeha Îmraliyê ku avabûna wê li ser esasê mantiqê tecrîdê bû, bi demê re pêkanîn gav bi gav kûrtir bûn. Tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan tê meşandin ji 21’ê Adara 2021’an û vir ve bi rewşa agahînegirtinê didome.   Dema ku Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de anîn Îmraliyê, derdora girtîgehê wekî "Xeta Sor" hate pênasekirin. Her der bi hinceta “ewlehiyê” bi telên elektronîk hat dorpêçkirin. Li giravê nêzî hezar leşker wezîfeyê dikin, 55 kamera 24 saetan bênavber giravê dişopînin. Piştî ku Abdullah Ocalan anîn giravê, ratedarên li wir jî hatin guhertin. Hemû wezîfedar ji Wezareta Dadê hatin tayînkirin û li ser navê Navenda Rêveberiya Krîzê ya Serokwezîrtiyê sewqî Ofîsa Têkiliyên Krîzê ya Mudanyayê hatin kirin. Piştî ku biryar di Rojnameya Fermî de hat weşandin, Girava Îmraliyê û derdora wê ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî ve weke "herêma qedexe ya leşkerî" ya pileya 2’yemîn hat ragihandin. Nahêlin keştiyên sivîl ji 3 mîlan zêdetir nêzî giravê bibin, derbasbûna helîkopterên sivîl jî li ser giravê qedexe ye.   SEPANÊN KU LI GUANTANAMOYÊ TUNE NE LI ÎMRALIYÊ HENE    Ji roja ku Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê, li hemberî qanûnên Tirkiyeyê û navneteweyî hemû mafên wî tên paşguhkirin. Ocalan 24 sal in bi binpêkirinên mafan ên wek qusandina porê wî, jehrîkirin, bi darê zorê guhertina odeyê, bêparkirina amûrên ragihandinê û astengkirina hevdîtina parêzer û malbatê re rûbirû ma û tecrîd û îşkenceya li ser wî gav bi gav girantir bû.    Tecrîda "taybet" a li ser Abdullah Ocalan roj bi roj girantir dibe, Girtîgeha Îmraliyê jî li gorî feraseta Guantanamo ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) hat nûkirin. Li Guantanamo jî, sîstemeke îşkenceyê ku ji aliyê DYA’yê ve li ser esasê “revandina korsan” li dijî dijberên siyasî hatiye avakirin, heye. Li Guantanamo jî ne hiqûq tê nasîn û rêbaza pergala îşkenceyê di dewrê de ye. Her çendî bi Îmraliyê re were muqayesekirin jî, lê li Guantanamoyê derfetên ragihandinê yên wekî hevdîtina malbat, parêzer, telefon, name û faks tên afirandin. Lê belê bi salan e li Girtîgeha Îmraliyê ev maf kêm tên naskirin an jî qet nayên naskirin.   PARÊZERAN 2 HEZAR Û 70 CARAN SERLÊDAN KIRIN E    Ji ber vê yekê ji 2 hezar û 70 serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dike çêbûne. 442 serlêdan hatin qebûlkirin û hezar û 628 jî bi hincetên cuda hatin redkirin an jî bêbersiv hatin hiştin. Hejmarek hindik hevdîtinên parêzeran hatin tomarkirin. Abdullah Ocalan ku bi sîstema kameraya hucreyê tê ragirtin, 10 deqeyan nekaribû mafê xwe yê bi telefonê bikar bîne, ku ji hemû girtî û hikumxwaran re ev maf guncav tê dîtin.    Rêberê PKK'ê Ocalan di nirxandinên xwe yên berê de gelek caran bal kişand ser têkiliya di navbera tecrîdê û xitimandina çareserkirina pirsgirêka kurd de. Abdullah Ocalan bal kişand ser tecrîda “taybet” a li Girtîgeha Îmraliyê li dijî qanûnên ku li gorî qanûnên Ewropayê yên Tirkiyeyê hatine derxistin û “berovajî” wan qanûnan tê kirin.    Hin nirxandinên Rêberê PKK'ê Ocalan ên li ser tecrîdê yên di dîrokên cuda de li Girava Îmraliyê bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk aniye wiha ne:   STATÛYA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ    Abdullah Ocalan diyar kir ku Îmraliyê bi sîstema "sê ling" tê birêvebirin û destnîşan kir ku lingekî vê DYA, lingekî wê Ewropa û lingê din jî Tirkiye ye. Abdullah Ocalan anî ziman ku Girtîgeha Îmraliyê ji girtîgehên Tirkiyeyê gelekî cuda ye û got: “Li vir statuya girtîgehên din nayê sepandin. Rewş û avahiya vê derê bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi peymanên veşartî li gelek cihan gelek girtîgehên bi vî rengî ava kirin. Girtîgeha Îmraliyê yek ji girtîgehên taybet e ku ji aliyê DYA ve bi peymaneke veşartî hatiye avakirin. Di dema vê yekê de fikr û erêkirina YE’yê jî hate girtin û diyar kirine ku divê avahî û şert û mercên vê derê çawa be.”    NIRXANDINA OCALAN A LI SER CPT’YÊ    Abdullah Ocalan bal kişand ser rola Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya di sîstema tecrîda li Îmraliyê de û got: "Divê CPT weke asayî neyê dîtin, weke heyeteke ku tê û diçe. Dem bi dem haya wan jê heye ku li vir çi diqewime. Ew saziyeke girêdayî Komîteya Ewropa ye, ji ber vê yekê Konseya Ewropayê bi tevahî jî xwediyê zanînê ye. Dibêjin ev der ji aliyê navenda krîzê ya girêdayî Serokwezîrtiyê ve tê birêvebirin, lê ne wisa ye, ev der rasterast girêdayî DYA’yê ye. Ji destpêkê ve min fêhm nedikir ku çima qaîdeyên girtîgehê jî nehatine bicihanîn. Lê derket holê ku Girtîgeha Îmraliyê yekemîn girtîgeha Guantanamoyê ye. Li vir dersên ji serîlêdanên ku ji min re hatine çêkirin hene. Ew dipîvin ka meriv çiqas dikare li ber tepisandinê bisekine.”    ‘6 ROJAN NIKARIN ÎDARE BIKIN’   Abdullah Ocalan diyar kir ku tu kes nikare li ber şert û mercên Girtîgeha Îmraliyê ya ku taybet hatiye çêkirin 6 rojan jîbimîne û got: “Ez girtiyê herî giran ê cîhanê me, di nav van de Rojava jî heye. Sîstema cîhana kapîtalîst min da girtin. Dewlet min wek kozekî, wek dîlgirtî digre. Ez li vir dîlgirtiyek siyasî me. Divê helwesta min bi vî awayî bê zanîn. Ez dikarim vê yekê bi analogiyekê vebêjim: Ez mîna yekî li ser hewavaniyê me, ew kengê bixwazin dikarin jê derxin. Jixwe girankirina rewşa tecrîdê tê wateya darvekirinê. Di van şert û mercan de li cîhanê kesek din nemaye, tenê ez nemirime me û mame.”   VEBIJÊRKÊN SIYASÎ Û HIQÛQΠ   Abdullah Ocalan diyar kir ku ew li dijî tecrîda girankirî ya Îmraliyê bi aqil tevdigere û wiha got: “Ez behsa efû û rizgariya şexsî nakim. Mesele rizgariya gel e, berjewendiya gel e. Divê hûn bi moral tevbigerin. Tecrîd ji destpêkê ve heye. Ev sînordarkirin ji destpêkê ve heye. Ji destpêkê ve ne rast bû. Ji bo xatirê aşitiyê, helwsta min nerm bû. Pirsgirêka min tune bû. Têgîna herî guncav a di rewşa min de weke dirûşmeya 'Ji tecrîdê re na, ji aştiyê re erê’ tê nirxandin. Tecrîda li ser min tecrîdeke li ser gelê kurd, dîsa li ser gelê tirk, bi taybetî jî li ser hêzên wê yên demokratîk û li ser girtiyên me ne. Vebijêrkên siyasî û hiqûqî ji holê tên rakirin. Berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. Ji demokrasiyê direve."   ‘EV KAR BÊ OCALAN NABE’    Abdullah Ocalan ev pirsa, "Gelo ez ji bo daxwaza xwe ya aştî û çareseriya demokratîk xeternak têm dîtin?" kir û wiha dibêje: “Bi rastî ez dizanim ku hinek alî ji min aciz in û hê jî ji min ditirsin. Dema ku dibêjin 'Ocalan' dibêjin 'Ev kar nabe’. Lê belê rêyek din tune. Ev bêyî Ocalan ne pêkan e. Ji ber ku gel min tercîh dike. Her kes berde jî gel min bernade. Ji bilî vê çareseriya ku ez pêşniyar dikim, tu kes tune ku rê û çareseriyek mentiqî û maqûl pêşniyar bike. Bi awayekî fizîkî yan jî derûnî min bi awayekî tecrîdê tune bikin jî, diyar e ku ew ê nikaribin bi awayekî din vê pirsgirêkê çareser bikin. Fikrên min ji aliyê gelê me ve hatine qebûlkirin û ez nebim jî dê fikrên min her tim hebin.”    MA / Rûkiye Adiguzel