Li Colemêrgê 7 kes hatin binçavkirin 2023-07-06 11:39:18   COLEMÊRG - Li Colemêrgê bi ser malan de hate girtin û 7 kes hatin binçavkirin.    Li hin taxên girêdayî navenda Colemêrgê polîsan serê sibêeh bi ser hin malan de girtin. Piştî lêgerînên li malan, Fatma Dûrmaz a 65 salî û kurê wê Ahmet Dûrmaz jî di nav de bi giştî 7 kes hatin binçavkirin.    Têkildarî sedema binçavkirinê tu agahî nehatin bidestxistin û binçavkirî niha li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê tên ragirtin.    Di dosyayê de ji bo 24 saetan biryara qedexeya bi parêzeran re hate dayîn.