Terîqetan vê carê destên xwe gihandin zarokên Amazonê 2023-07-06 15:04:57 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku terîqeta Suleymaniyan zarokên malbatên xizan yên li herêma Amazonê ji perwerdeya olî derbas dikin û di nava wargehan de bicih dikin. Di lêpirsîna Înterpolê daye destpêkirin de ev bûyer di çarçoveya “bazirganiya mirovan a navneteweyî” de tê nirxandin.      Derket holê ku komeke li ser navê Suleymaniyan a li Brezîlyayê dixebite, li herêma Amazonê dijîn, di dibistanên lê radikevin de zarokên xizan di perwerdeya olî de derbas dike û piştre jî tînin Tirkiyeyê û di wargehên terîqetan de bicih dikin.      ZAROKÊN AMAZONÊ TÎNIN TIRKIYEYÊ     Li gorî agahiyên nûçeya Arti Gerçekê, Abdulhakîm Tokdemîr û koma wî ya girêdayî terîqeta Suleymaniyan, bi malbatên li gundên Amazonê yên li ser sînorê Kolombiyayê dijîn belgeyekê îmze dikin û zarokan dibin bajarê Manaûs a 953 kîlometreyan ji bajarê wan dûr e. Şeş zarokên li vir 3 salan perwerdeya olî dîtine, sibata 2022’yan anîn Tirkiyeyê û li wargehên bajarê Kutahya û navçeya Tarsûs a Mêrsînê bicih kirin.       VÎZEYA PERWERDEYÊ HATE DAYÎN     Agahiya zarokên ku ji Amazonê di wargehên terîqetan de hatine girtin, li Tirkiyeyê di wargehên terîqedan de tên bicihkirin, bi nûçeya 18’ê adarê ya Arti Gerçekê hatibû rojevê. Du kesên koma Tokdemîr ve girêdayî bûn, şeş zarokên temenê wan di navbera 13 û 17 saliyê de diguhere sala par bi belgenameya ji hêla Sefîriya Brezîlyayê ya Komara Tirkiyeyê ya bi navê “vîzeya perwerdeyê” hatiye dayîn anîn Tirkiyeyê. Ji zarokan duduyan li Kutahyayê çarên din jî li Tarsûsê di wargehên terîqeta Sûleymaniyan de hatin bicihkirin.     ÎNTERPOL LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN     Li gel ku agahiya zarokên Amazonê tînin Tirkiyeyê ket rojevê jî, Înterpolê lêpirsîn da destpêkirin. Li gorî agahiyên rayedarên Sefîrtiya Enqereyê ya Brezîlyayê daye, şandeyeke Parlamentoya Brezîlyayê dê bê Tirkiyeyê û biçe zarokên li wargehên terîqetan hatine bicihkirin bibîne.      WEK BAZIRGANIYA ZAROKAN A NAVNETEWEYÎ TÊ NIRXANDIN     Li gorî agahiyên nûçeyê hin siyasetmedarên Brezîlyayê di civîneke meha derbasbûyî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de zarokên ji hêla terîqetan ve li Tirkiyê di wargehan de tên bicihkirin anîbû rojevê. Hat destnîşankirin ku polîs û Înterpol jî bûyerê wek “bazirganiya mirovan a navneteweyî” dinirxînin.