Doza 15 kesên tev li bîranîna 10'ê Cotmehê bûn hate lidarxistin 2023-07-06 16:22:48   WAN - 14 kesên ku tev li bîranîna Qetlîama 10'ê Cotmehê bûbûn û dihatin darizandin berat bûn û kesek jî hat cezakirin.    Li Wanê Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê di sala 2018'an de ji bo bîranîna qurbaniyên Qetlîama 10'ê Cotmehê bîranîn li dar xistibûn. Polîsan mudaxile kiribû û 15 kesan kiribû binçavan. Derbarê 15 kesan de bi îdiaya li dijî polîsan derketin doz hat vekirin. Danişîna biryarê li 7'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Wanê hat lidarxistin û dadgeriyê derbarê 14 kesan de biryara beraetê da. Dadgeriyê ji sûcê "ji bo polîs wezîfeya xwe nekin li ber xwe daye" 8 meh cezayê hepsê lê birî û ceza taloq kir.