Li Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket 2023-07-06 16:36:43 STENBOL  - Li navçeya Esenyurtê di febrîqeyekê de şewat derket. Xebatên vemirandina şewatê berdewam in.    Li Taxa Akçaburgaz a navçeya Esenyurt a Stenbolê di qata 4’emîn a febrîqeyeke hilberandina hilawestekan de şewat derket. Nehat zanîn bê ka şewat ji ber çi derket û gelek komên agirkujiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin.    Hewldanên komên agirkujiyê yên ji bo vemirandina şewatê didomin.