Girtî Erbaş neşandin taziya dêya wî 2023-07-06 21:24:58       MELETÎ – Nehiştin endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş ê girtî, biçe şîna dêya xwe Hanim Erbaşê.   Dêya endamê Meclisa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dogan Erbaş, ji ber cezayê ku di Kanûan 2022'yan de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" lê hatibû birîn û hatibû girtin, duh danê êvarî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hanim Erbaşê li Taxa Çiglikê ya navçeya WÊranşar a Meletiyê hat veşartin.   Bi hinceta ku dozgerê girtîgehê hê biryar nedaye, Dogan Erbaş tevlî merasîma cenaze ya dêya xwe nebû.