Ji ber astengiyên li ber pirtûkên kurdî serî li DMME'yê da 2023-07-07 09:02:19 ENQERE - Ozan Alpkaya ku di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de ye, ragihand ku 17 pirtûkên kurdî nedane wî û piştî biryara redkirinê ya AYM'ê serî li DMME'yê daye.  Hat diyarkirin ku Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê pirtûkên kurdî yên ji bo girtiyan hatne şandine qebûl nekirine. Nivîskar Ozan Alpkaya ku di sala 2008'an de li Amedê hat girtin û 29 sal ceza lê hat birîn û nêzî 2 sal in jî di Girtîgeha Hejmar 1 a Sîncanê de ye, ragihand ku heya niha 17 pirtûkên kurdî yên jê re hatine şandin, hatine desteserkirin.    HEQÊ WERGÊR   Alpkaya bi rêya malbata xwe pirsên me bersivandin. Alpkaya got: "Me û rêveberiya girtîgehê gelek caran ev mijar nîqaş kiriye. Çend meh berê, gava me ji wan pirsî 'çima hûn pirtûkên bi kurdî nadin?', nikaribûn bersivê bidin. Di van rojên dawî de gava min car din ji wan dipirsî, digotin 'Komîsyona Perwerdehiyê ya Girtîgehê tenê dikare pirtûkên bi tirkî kontrol bike.' Ger hûn bixwazin pirtûkên kurdî yên ji were tên şandin bigihêjin ber destê we, divê hûn di daxwaznameya ewil de binivîsin ku ez wergêr dixwazim. Di daxwaznameya duyan de jî hûn bibêjin gava pirtûkên ji min re hatine şandin, hatin xwendin û ji aliyê wergêr ve hatin wergerandin, ez dixwazim heqê wergêr ji hesabê min bê birîn.' Dibêjin ji xeynî vê em nikarin pirtûkan bidin we."    SERÎ LI DMME'YÊ DA   Alpkaya ragihand ku ji ber vê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye û wiha domand: "Ji ber vê bêhiqûqîtiyê min serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM'ê biryara redkirinê da. Vê carê me serî li DMME'yê da. Berê jî heman tişt li girtîgehên din hatibû serê girtiyan û serî li DMME'yê dabûn. DMME'yê vê yekê wekî binpêkirina mafan hesibandibû."    Alpkaya destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê bi pêkanînên bi vî rengî dixwaze astengiyan deyne ber kurdî û got ku ew ê jî di vî warî de serî li hemû rêyên hiqûqî bidin.    GIRTÎGEH: BILA SERLÊDANA SÛC BIKIN    Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan. Rayedarên girtîgehê wiha gotin: “Ji bo ku pirtûkên ji girtiyan re hatine em bikarin bidin girtiyan, divê Lijneya Rêveberiyê ya Girtîgehê erê bike. Em li gorî keyfa xwe wiha tevnagerin. Girtî bila têkildarî vê mijarê serlêdana sûc bikin.”    MA / Hakan Yalçin