Dayika Aştiyê Xemê Akdogan rehmet kir 2023-07-07 12:43:48 WAN - Dayika Aştiyê Xemê Akdogan ku tevahiya emrê wê bi têkoşînê derbas bû, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.  Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Xemê Akdogan (85) ev 15 roj bûn Servîsa Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YY) a Wanê dihat tedawîkirin. Dayika Xemê îro di danê sibehê de rehmet kir. Duh rewşa wê hinek baş bûbû lewma ji beşa venihêrîna awarte derbasî servîsa asayî hatibû kirin. Lê belê îro di danê sibehê saet di 04.00’an de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.    Piştî wecîbeyên olî, cenazeyê Akdogan li Goristana Karşiyakayê hate definkirin. Taziyeya Akdogan li Mizgefta Merînos a Kolana Surmelî ya Taxa Xaçortê hate danîn.    DU CARAN JI WARÊ XWE HATE KIRIN    Xemê Akdogan (85) ji ber zextên dewletê, di sala 1985’an de ji gundê Pîrosa yê Elkê ya Şirnexê koçî gundê Dotka yê Gever a Colemêrgê. Ji ber zêdebûna zextan, îcar jî Akdogan di sala 1997’an de koçî Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê kir. Dayika Xemê, di Meclisa Dayikên Aştiyê de cih girt û têkoşîna xwe domand. Gelek zarok û neviyên wê di tev li têkoşîna azadiyê ya gelê kurd bûn.    Akdogan, gelek caran hate binçavkirin, derbkirin û îşkence kirin. Akdogan, di hemû çalakiyên weke 8’ê Adarê û Newrozê de her tim li pêşiya her kesî bû.