Rapora binpêkirinên li girtîgehên Amedê hate parvekirin 2023-07-07 16:56:59 AMED - OHD, Baroya Amedê, ÎHD û TUAY-DER’ê têkildarî girtîgehên kampûsê ya Amedê raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku ji sirgûnan heta îzolasyon, tecrîd, lêgerîna tazî û astengkirina mafê tenduristiyê gelek binpêkirin hatine tespîtkirin.  Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Kampûsa Amedê raporek amade kir. Rapor, li avahiya Baroya Amedê bi daxuyaniyekê hate eşkerekirin.    Hevseroka Şaxa OHD’a Amedê Gîzem Mîran di daxuyaniyê de axivî û got ku li girtîgehên Tirkiyeyê gelek binpêkirin tên kirin. Mîran, wiha domand: “Di serî de mafê jiyanê, li girtîgehên Tirkiyeyê gelek miameleyên rûmeta mirovan dişikînin tên kirin. Gelemperî em li girtîgehan binpêkirinên weke  sirgûn, îşkence, îzolasyon, tecrîd û astengkirina mafê tenduristiyê tespît dikin.”   Di raporê de binpêkirinên li girtîgehên di nava kampûsê de cih digirin wiha hatin rêzkirin:    GIRTÎGEHA JINAN A AMEDÊ    "* Ji girtiyên ku qebûl nekirin biçin hevdîtinê bi kesên ji xwe re digotin ji îstîxbaratê hatine, agahiyên şaş ên weke ‘parêzerê we hatiye’ hatin parvekirin. Bi vê yekê re bi darê zorê hevdîtin ferz kirin.    * Di dema lêgerînên qawîşan de miameleyeke dermirovî tê kirin, di dema lêgerînên qawîşan de amûrên girtiyan belavela tên kirin û ziyanê didinê, tiştên ji kantînê hatine kirîn jî bi awayekî keyfî tên komkirin.    * Bi hinceta cezayekî disiplînê yê du sal berê ku rêveveberiya girtîgehê dabû, çalakiyên civakî hatine astengkirin, qurs nayên vekirin û derfetên spor û sihbetê ji holê hatine rakirin.    * Li qawîşan kamera hatine bicihkirin ku cihên qata jor a qawîşan (beşa nivînan) û beşa daşir-serşokê her tim dibînin, mafê jiyana taybet hatiye binpêkirin, lêgerîna tazî li gelek girtiyên nû anîn girtîgehê ferz kirine, kesên li dijî vê derketin hatine derbkirin û cezayên disiplînê lê hatine birîn.    * Hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê kêm in, bijîşkên revîra saziyê pir zû tên guherandin û ev yek dike ku tedawiya girtiyan bi demê re vemîne. Her wiha girtiyan dereng sewqî nexweşxaneyê dikin, cendirme dema girtiyan dibin nexweşxaneyê du kelemçeyan têxin destê wan, di rîngên teng de tên sewqkirin ku cihê girtiyan tê de nîne, li revîrên nexweşxaneyê bi destkelemçekirî tên tedawîkirin, di dema sewqê de rastî sepanên di asta  tacîzê de tên û dema girtî îtîraz dikin jî cezayê disiplînê lê tê birîn.    GIRTÎGEHA HEJMAR 1 A BI EWLEKARIYA BILIND A AMEDÊ    * Rojnameyên Yenî Yaşam û Evrenselê nadin girtiyan. Xwarinên baş nayên dayîn, cureyên xwarinan kêm in û kêmek tê dayîn. Di dema çêkirina xwarinan de jî li gorî hîjyanê nayê tevgerîn.    * Ji ber ku bihayê tiştên li kantînê pir zêde ye û tiştên girtî dixwazin li kantînê nînin, gelek pêdiviyên xwe nikarin pêşwazî bikin.    * Di dema lêgerînên li odeyan de dest danin ser lênûskan, di lêgerîna bi boneya 21’ê Adarê (Cejna Newrozê) de bi hinceta ku di lênûskan de stranên kurdî hene, cezayê hucreyê li girtiyan hate birîn.    * Di dema serdanên malbatan de bi hinceta lêgerînê zehmetiyan ber malbatan derdixînin û dema malbat bertekê nîşan didin jî cezayê qedexeya hevdîtinê tê birîn.    GIRTÎGEHA HEJMAR 2 YA BI EWLEKARIYA BILIND A AMEDÊ    * Ji ber ku heta 2 hefte berê pêwîst bû roj û dem li gorî hevdîtinên vekirî û girtî û cûreyên sûc bên diyarkirin, hat ragihandin ku girtiyên ku ji ber endamtiya PKK û DAIŞ'ê cezayê wan yê teqez girtî ye bi hev re hatine berdan. Û girtî û malbatên wan 2 meh in bi awayekî ji provokasyonê re vekirî anîne hemberî hev.    * Xwarin nebaş e. Cûreyên xwarinê û porsîyon kêm in. Malzemeyên dixin nav xwarinê ne paqij in. Her roja ku diçe xwarin xerabtir dibin û girtiyên nexweş û vejeteryan bi awayek kêm û bênteduristî tên xwedîkirin.    GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 1 A AMEDÊ   * Girtiyan ragihand ku pirtûk û kovarên kurdîn adin wan. Tevî ku ne qedexe ne jî bi awayek kêfî nadin girtiyan û nikarin xwe bigihînin pritûkan.    * Li girtîgehê personelên tenduristiyê û bijîşk têr nakin. Bijîşkên li revîrê jî her tim tên guhertin. Ev jî dibe sedema ku rê li ber nexweşînan veke. Girtî li revîran bi awayek kelemçekirî tên muayenekirin. Dema girtî sewqî nexweşxaneyan tên kirin û bi tacîzan re rûbirû dimînin û ji ber girtî îtîrazî vê dikin, bi cezayên dîsiplînê re rûbirû dimînin.    GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 2 YA AMEDÊ    * Li gelek girtiyên ku piştî girtinê anîn yekîneya qebûlkirinê ya girtîgehê, lêgerîna tazî hate ferzkirin.    * Li gel ku di qawîşan de 16 ranza hene jî, nêzî 30 girtî tên ragirtin, ji ber vê sedemê jî girtî di navbera xwe de bi dorê radizên.    GIRTÎGEHA TÎPA T A HEJMAR 3 YA AMEDÊ    * Bihayê giştên li kantînê zêde ye, gelemperiya tiştên dixwazin li kantînê nînin an jî ji ber bihayê wan ê giran nikarin bikirin.    * Di serî de binpêkirinên li girtîgehan, ji bo çareserkirina pirsgirêkan daxwazname hatine nivîsandin lê heta 6 mehan jî bersiv nehatiye dayîn.    * Di dema lêgerînên rûtîn de li girtiyan tê ferzkirin ku pêlavên xwe derxînin û gelek sepanên din ên mirovan biçûk dixin tên ferzkirin.”    ‘DIVÊ DAWÎ LI USÛLÊN LÊGERÎNÊ YÊN QEDEXE BÎNIN’   Piştre jî Seroka Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê Adîle Salman bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe bijîn. Lewma divê înfaza wan were taloqkirin û berdan. Divê nirxandina rewşa girtiyên nexweş her tim di mercên nêzikatiyeke klînîk de bê kirin û piştî raporên tibbî jî tavilê bên berdan. Divê demildest dev ji sepanên dermirovî yên weke lêgerîna nava dev berdin û dawî li usûlên lêgerînê yên qedexe bînin. Hewceye girtiyên nexweş bişînin nexweşaneyan. Girtî baş naxwin û xwarinên bitendurist nînin. Ev jî mafekî bingehîne ku tê binpêkirin. Divê hejmara xebatkarên tenduristiyê ya li girtîgehan bê zêdekirin. Divê girtî ne bi wesayîtên rîngê lê bi wesayîtên bihîjyen û li gorî tenduristiyê guncav veguhêzin saziyên tenduristiyê. Ji bo paqijiyê, divê alavên hîjyenê bêpere bidin girtiyan. Hewceye tavilê dawî li sepanên îşkence û miameleya xerab bînin. Derheqê peywirdarên cemaweriyê yên li gorî keyfiyetê sepanan têxin meriyetê jî mekanîzmaya lêpirsînê bikeve meriyetê.”