Şenyaşar: Ger edalet pêk neyê, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê 2023-07-07 21:10:11 ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Ferît Şenyaşar ragihand ku ger di danişîna 18’ê Tîrmehê de biryareke adilane neyê dayîn, dê nobeta edaletê bibin Enqereyê.     Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, têkildarê pêkanînên kêfî yên qeyûmên li Pirsûsê û doza Malbata Şenyaşar li meclisê daxuyaniyek da çapemeniyê.   Ferît Şenyaşar, di civînê de da zanîn ku qeyûmê şaredariya Pirsûsê keyayên ne aligirên wan ji peywirê girtiye û qeyûm tayînê şûna wan kirine û diyar kir ku qeyûm zext li Midûriyeta Perwerdehiyê kiriye û 20 mamoste bêyî hincet ji kar hatine avêtin.   Şenyaşar bi bîr xist ku ew û dayika xwe Emîne Şenyaşar ji ber komkujiyê ev du sal in bi daxwaza edaletê li çalakiya rûniştinê dewam dikin û wiha got: “Dayika min, li benda edaletê ye. Di 18’ê Tîrmehê de li Meletiyê wê doza Komkujiya Nexweşxaneyê bê dîtin. Ger di vê dozê de biryareke adîl neyê dayin, ez û dayika xwe, em ê nobeta edaletê bibin Enqereyê.”   Şenyaşar anî ziman ku ger biryareke adilane bê dayin ew ê dawiyê li çalakiya xwe bînin.