Li Wanê karê paleyan dest pê kir 2023-07-08 09:02:17 WAN - Li Wanê paleyan dest bi dirûtina giya kirin. Paleyan anî ziman ku di nava salê de ji bêgavî giya dikirin û gotin ku ji ber bihabûnê nikarin sewalvaniyê bikin.    Li Wanê pale bi hatine havînê re dest bi dirûtina giya kirin. Paleyên ku her sibeh ji bo dirûtina giya diçin baxçeyan heya êvarî dixebitin. Îsal ji ber ku li bajêr berf û baran zêde bariya, xêrûbera giya jî zêde ye. Lê belê ji ber ku giyayê tê dirûtin hindik e, pale zivistanê giya dikirin. Paleyan bal kişand ser bihabûna giya û gotin ku ji ber bihabûnê hatine asta ku dest ji sewalvaniyê berdin.    Li gundê Kopanîs ê Wanê welatî ji bo zivistanê dest bi dirûtina giya kirin.   GIYA TÊRA PEZÊ WAN NAKE    Yûnûs Taşkiran diyar kir ku karê dirûtina giya bi avdaniyê dest pê dike û ev yek 6 mehan didome û got ku di meha hezîranê de jî dadikevin baxçeyên xwe yên giya lê çandine. Taşkiran ku giyayê dirûtine bi tirmixê dike balye got ku hin kes van balyeyan dikin ka. Taşkiran bilêv kir ku sewalvan giyayê ji bo zivistanê amade dikin û yên heywanên wan tune ne jî giyayên xwe difiroşin. Taşkiran wiha domand: "Îsal hê fiyet nehatiye diyarkirin, lê par fiyetê balyeyeke giya 15 TL bû. Giyayê ku niha em didirûn, têra 30 pezî dike. Lê em ji bo 20 heywanên xwe yên mayî jî giya dikirin."    Taşkiran bilêv kir ku ji ber aboriyê xwedîkirina heywanan jî kêm bûye û got: "Berê li vî gundî 100 mal û 5 hezar pez hebûn. Niha 300 mal hene, lê hejmara heywanan ne 2 hezar e jî. Sedema bingehîn a vê yekê, krîz, kêmbûna çandiniyê û mesrefên zêde ne. Ya herî zêde barê me giran dike gubre û mazot in. Kîsê gubre kirine hezar lîre. Kes nikare bikire."    ÊDÎ NIKARIN SEWALVANIYÊ BIKIN   Cezmî Taşkiran jî anî ziman ku ev nêzî mehekê ye bi awayekî zibareyî giya didirûn û wiha axivî: "Ji ber ku karekî zehmet e, mirov nikare bi çend kesan tenê heq jê derkeve. Mirov li ber vê germê nerihet dibe. Em debara xwe bi sewalvaniyê dikin û em ji roja ku çêbûne heya niha vî karî dikin. Zivistanê em li ser înşeatan dixebitin û havînan jî em tên giyayê xwe didirûn. Ev krîz herî zêde bandorê li me gundiyan dike. Fiyetê her tiştî biha bûye. EM salê hezar û nîv an jî du hezar balye giya didirûn, lê têra me nake. Zivistanê em car din diçin kayê dikirin. Tona kayê bûye 3 hezar an jî 3 hezar û nîv. Ceh bûye 6-7 hezar TL. Berê me balyeyeke kayê bi 4 TL'yan dikirî, lê niha bûye 20 TL. Êdî ji ber bihabûnê em nikarin sewalvaniyê bikin."    HAVÎNAN LI BAXÇE ZIVISTANAN LI SER ÎNŞEATÊ   Adem Armali jî bilêv kir ku giyayên ku didirûn têra wan nake û got: "Li gund ji ber ku heywanên gelek kesan tune ye, em jî li nav zeviyan giya diçînin. Balyeyeke giya bûye 20 TL û kes nikare bikire. Ji ber krîzê mirov nikarin heywanan xwedî bikin û diçin karê înşeatê dikin. Sewlavanî tenê têra me nake, em nikarin pê debara xwe bikin. Lewma em zivistanan diçin metrepolan li ser înşeatan dixebitin."    Bahattîn Han ê 57 salî jî anî ziman ku berê giya bi tirpanê didirûtin, lê niha bi bûçerê dikin û got ku lê ji ber ku mesref zêde ye ew bi xwe didirû.    MA / Rûken Polat - Ercan Oksuz