Ji Sabrî Ok daxuyaniya der barê Abdullah Ocalan de: Rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê dide 2023-07-08 10:13:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku rêveberiya Îmraliyê nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok têkildarî tecrîda li Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dike, daxuyaniyên girîng da. Sabrî Ok di bernameyek taybet a Stêrk TV de axivî û diyar kir ku divê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan baş bê şîrovekirin. Ok anî ziman ku nêzîkatiya li hemberî Abdullah Ocalan li hemberî gelê kurd e û got polîtîkayên li hemberî Abdullah Ocalan tên meşandin berdewamiya polîtîkaya qirkirinê ne.   ‘NAMEYÊN BÊNAV Û BÊNAVNÎŞAN’    Sabrî Ok diyar kir ku ew tu agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nastînin û beşek ji wê daxuyaniya wî wiha ye: “Tu têkiliya wî bi derve re nîne. Lê em dizanin ku wextekê dewleta dagirker û rêveberiya Îmraliyê nameyên bênav û bênavnîşan dane Rêber Apo. Di wan nameyan de ji Rêber Apo re digotin 'Em ê jehreke wisa bidin te ku tu yê bi wê jehrê bimirî. Kêzikên ku cesedê te bixwin jî wê bi jehrê bimirin’. Dîsa ji Rêber Apo re gotibûn ‘Tu yê roj bi roj bimirî, lê wê haya te jê tunebe’. Binêrin Rêber Apo kesekî xwedî berpirsyariyeke dîrokî ye lê her roj bi van îşkenceyan re rûbirû dimîne. Mafê Rêber Apo yê qanûnî yê nameyan qedexe ye, lê nameyên bi vî rengî serbest in. Ev tê çi wateyê? Bi psîkolojiya wî bilîze, bi tenduristiya wî ya ruhî bilîze, bi tenduristiya wî ya fîzîkî bilîze da ku Rêber Apo ji rastiya xwe qut bibe û nikaribe bi rola xwe rabe. Ev dewleteke wisa hovane ye. Li hemberî vî tiştî qetlîam jî sivik dimîne. Tu dewletek wisa nake, tenê dewletên çete wisa dikin. Divê ev tişt di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de cih bigire. Dema ku tê gotin tecrîd nîne divê her kes bertekên xwe nîşan bide.”