Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de didome 2023-07-08 11:22:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku Mazlum Dag û Abdurrahman Er li Girtîgeha Hewlêrê li dijî binpêkirinan daye destpêkirin di roja 52'yemîn de didome.    Di 17 tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êriş hate kirin. Di êrişê de Kose û welatiyê Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan mirin. Mazlûm Dag û Abdurahman Er jî bi sedema vê êrişê hatibûn girtin û niha li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin. Dag û Er, li dijî binpêkirinan di 18’ê gulanê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn. Dag û Er dixwazin ku binpêkirinên weke lêgerînên keyfî, tundiya fîzîkî, heqaret û zexta cilên yektîp bi dawî bibin. Çalakiya Dag û Er di roja 52'yemîn de berdewam dike.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku Dag û Er li dijî kiryarên xerab û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi greva birçîbûnê kiribûn û ji ber ku daxwazên wan wê demê hatibûn qebûlkirin di roja 14’an a grevê de çalakî bi dawî kiribûn. Her wiha herdu girtî di 13’ê sibata 2022’yan de jî li hemberî binpêkirina mafan ketibûn rojiya mirinê. Piştî ku soz hate dayîn ku wê dawî li binpêkirinan bê anîn çalakî di roja 9’an de bi dawî bûbû. Ji ber ku binpêkirin domiyan, Dag û Er di 18’ê gulanê de dîsa dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dabûn destpêkirin.