Balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Kurejaro bombebaran kirin 2023-07-08 11:30:35 NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Kurejaro ya li devera Şêladizê bombebaran kirin.  Li gor agahiyên ku RojNewsê ji çavkaniyên herêmî girtin e, balefirên şer ên Tirkiyeyê çend caran Çiyayê Kurejaro li devera Şêladizê bombebaran kirin. Der barê ziyanên êrişê de agahiyên zelal bidest neketin.   Duh êvarê jî balefirên şer ên Tirkiyeyê çend gundên girêdayî Şêladizê bombebaran kiribûn.