Zarokê ji rojhilatê Kurdistanê di Çemê Mûradê de xeniqî 2023-07-08 12:58:38   AGIRÎ - Zarokê 10 salî ê ji rojhilatê Kurdistanê Arsalan D. li  navçeya Giyadîna Agiriyê di ava Çemê Mûradê de xeniqî.    Zarokê 10 salî ê rojhilatê Kurdistanê li navçeya Giyadîna Agiriyê dema ku xwest derbasî aliyê din ê Çemê Mûradê bibe kete nav ava çem û xeniqî. Arsalan pêşî kete çem û di çala 8 mîtroyan a ku kanên xîzê li çem vekiribûn de winda bû. Piştî lêgerîna bi saetan cenazeyê Arsalan hate dîtin. Cenazeyê Arsalan ji bo karûbarên otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Giyadînê û dê piştre jî bişînin rojhilatê Kurdistanê.