Çevîrmen: Rewşa girtiyên nexweş her ku diçe xera dibe 2023-07-08 15:56:26  ENQERE - Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen diyar kir ku rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê ber bi nebaşiyê ve diçe û xwest girtiyên nexweş demildest bên tedawîkirin û berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, di hefteya 461’emîn de li ber avahiya ÎHD’ê ya Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, bila girtiyên nexweş bên berdan” vekirin. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û da zanîn ku girtiyên nexweş bi binpêkirinên mafan ên cidî re rû bi rû dimînin û nikarin xwe bigihînin mafê xwe yê tedawî û tenduristiyê.    ‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’     Çevîrmen anî ziman ku li gorî lîsteya wan 651 girtî jê rewşa wan xedar e û bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û tevî hemû serlêdan, nerazîbûn û israra berdanê jî lê bi israr nayên berdan. Çevîrmen bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan û got di serî de girtiya nexweş Ozge Ozbek rewşa wê nebaş e û ji ber ûr di serê Ozbek de ye rewşa wê her diçe xerabtir dibe. Çevîrmen anî ziman ku Rihan Kavak Ozbek, Selver Yildirim, Pinar Tîkît jî li Girtîgeha Sîncanêt ên ragirtin û rewşa tenduristiya wan nebaş e û xwest tedawiya girtiyên nexweş bê kirin û bêyî derengî bikeve hemû girtiyên nexweş bên berdan.