Cenazeyê girtiyê nexweş Yazici hat wergirtin 2023-07-08 21:26:44   AMED - Cenazeyê girtiyê nexweş Bişar Yazici ku li Girtîgeha Amedê nerihet bûbû û ew anîbûn Amedê û li vir jiyana xwe ji dest dabû, ji ATK'a Amedê hat wergirtin.    Girtiyê nexweş Bişar Yazici (52) yê di Girtîgeha Wanê de, di 23'yê Hezîranê de rakiribûn NExweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Yazici li vir ji ber nexweşîna pişikê dihat dermankirin. Yaizic îro danê êvarî jiyana xwe ji dest da û cenazeyên wî rakirin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê. TUHAY-DER, OHD, Hevserokên HDP a Amedê Zeyyat Ceylan û Gulîstan Atasoy jî hatin ATK'ê cem malbatê.   Piştî karên fermî yên li vir ferdên malbatê cenazeyê Yazici wergirtin û ber bi Wanê ve bi rê ketin. Cenaze dê li gundê Ergalî yê navçeya Qelqelî ya Wanê bê definkirin.