Li Sêgirgê cenazeyê ciwanekî hat dîtin 2023-07-08 22:46:48   ŞIRNEX- Li gundê Kolkê yê Qilêbanê cenazeyê ciwanekî ku bi darê ve daliqandî hat dîtin.   Li gundê Kolkê yê girêdayî bajarokê Sêgirgê yö navçeya Qilêban a Şirnexê, cenazeyê ciwanê bi navê Bedran Kilim ê 30 salî ku bı awayekî ku destên wî bi darekê ve girêdayî, hat dîtîn. Gava welatiyên derdor pê hesiyan, xebera leşkeran pê xistin û tenduristkaran pêxistin. Leşker û tenduristkarên hatin cihê bûyerê, cenazeyê Kilim ji bo otopsiyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.   Hat ragihandin ku du roj bûn Kilim winda bû.