Tenduristiya Halîse Aksoyê xirab dibe 2023-07-09 09:16:53   AMED - Hat diyarkirin ku tenduristiya Halîse Aksoy a girtî ku cenazeyê kurê wê bi kargoy re jê re hatibû şandin, xirab dibe. Parêzer Ecatî Çîçek, diyar kir ku di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye û got ku divê bê berdan.    Tenduristiya Halîse Aksoy a 56 salî ku di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Amedê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, xirab dibe. Halîse Aksoy ku raya giştî wê bi cenazeyê kurê wê yê li Dersimê di şer de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî bi kargoyê jê re hatibû şandin tê naskirin, bi îfadeyên şahidan hat girtin û niha di Girtîgeha Amedê ya Jinan d eye. Tansiyon, şekir, nexweşîna dil û diyabet bi Aksoyê re hene. Îdareya girtîgehê nahêle Aksoy biçe nexweşxaneyê.    Hadî Aksoy, anî ziman ku rewşa xwişka wî xirab bûye û parêzerê wê Necat Çîçek jî bilêv kir ku di dosyeyê de delîleke bebriçav tune ye û got ku divê bê berdan.    DIBE KU ÇAVÊ WÊ KOR BIBE   Hadî Aksoy, bilêv kir ku nexweşînênx wişka wî di girtîgehê de girantir bûne û got ku ji ber şekir û tansiyonê dibe ku çavê wê kor bibe. Aksoy, diyar kir ku gava xwişka wî hatiye girtin du caran sewqî nexweşxaneyê hatiye girtin û got: "Rêveberiya girtîgehê gava wê biriye nexweşxaneyê xwestiye wê kelemçe bike. Ew jî dibêje nexweş e. Ji ber ku tim av ji çavê wê tê, divê tim paqij bike. Gava bi vî halî dimeşe jî pêşiya xwe nabîne. Çûnhatina wê ya nexweşxaneyê jî wekî îşkenceyê ye."    Aksoy anî ziman ku ji ber vê bi fikar in û got: "Nexweş e û nikare di girtîgehê de bimîne. Tu delîlek jî tune ye. Niha em nizanin çima girtî ye. Dmeildest divê bê berdan. Bi rastî jî nexweşîna wê giran e. Tu delîl û sûcek tune ye."    XETEREYA KRÎZA DIL   Parêzer Necat Çîçek jî diyar kir ku tu delîleke berbiçav tune ye û got ku hê jî biryara veşarî li ser dosyeyê heye û tenê beyanên şahidê eşkere Umît Akbiyik hene. Çîçek da zanîn ku muwekîla wî di 19-23'yê Hezîranê de sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin û got: "Di 19'ê Hezîranê ji be rdil ew rakirin enxweşxaneyê. Ji ber dilê xwe pir xirab bûbû. XEtereya ku krîz li dilê wê bixe heye. Me belgeyên wê yên ji bo diyabetê jî derxistin. Gava me serî li Cezayê Sulhê da, me ew belge jî berpêş kirin. Lê dîsa jî biryara domandina girtina wê hat dayîn."    Çîçek ragihand ku îdianameya Aksoyê li ber amadekirinê ye û got: "Dozger dosyeyên berê yên bi neşopandinê hatibûn girtin jî yeko yeko vekirine. Em li benda amadekirina îdianameyê ne. Dozger gotibû dê vê hefteyê dosyeyê veke, lê hê jî venebûye. Niha 40-50 kes girtî ne û hê jî hin kes hene îdianameya wan nehatiye amadekirin. Îdianameya piraniya jinan aamade ye, lê tenê bi zanebûnî ya Aksoyê û keça wê Mizgînê hiştine dawiyê."    Çîçek anî ziman ku Aksoy bi salan e rastî tahdeya dewletê hatiye û şert û mercên girtîgehê ji bo tenduristiya wê nebaş in û got: "Halîse Aksoy 56 salî ye. Nexweş e û nexweşîna wê giran e. Ji ber diyabetê ji sedî 28 astengdar e. Her roj diçe revîrê. Keça wê û neviyê wê yê 5 salî Çiya jî girtî ne. Di heman qawîşê de ne. Ev wê di warê derûnî de jî pir diwestîne. Her diçe nexweşîna wê girantir dibe."    Çîçek got ku piştî amadekirina îdianameyê dê cardin ji bo berdanê serlêdanê bikin.