Piştî 30 salên girtîgehê vegeriya bajarê xwe 2023-07-09 11:42:44   MÊRDÎN - Nebî Yavûz ku 30 sal û 6 mehan di girtîgehê de ma û hate berdan, li warê xwe Nisêbînê bi girseyî hate pêşwazîkirin.    Nebî Yavûz 30 sal û 6 mehan girtî bû û herî dawî di Girtîgeha Tîpa M a Bafra ya Samsûnê dihat ragirtin. Yavûz, hate berdan û derbasî cem malbata xwe ya li Îzmîrê dijiya bû. Yavûz, îro danê sibehê de jî hate warê xwe Nisêbîn a Mêrdînê. Yavûz ji hêla endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya MED'ê (MED TUHAD-FED) û xizmên xwe ve bi girseyî hate pêşwazîkirin. Yavûz û girseya kom bûyî piştre derbasî Taxa Kurikê Stîlîlê bûn.