Kubra Y. ji nihêrîna awarte hat derxistin: Bila Mehmet Alî Yurt bê cezakirin 2023-07-09 23:44:13   AMED - Kubra Y. a li Sûrê ji avahiyê hat avêtin û bi giranî birîndar bû, ji nihêrîna awarte hat derxistin. Kubrayê diyar kir ku Mehmet Alî Yurt ku dev ji hev berdane wê ji qata 4’an avêtiye û xwest Yurt bê cezakirin.    Li navçeya Sûrê ya Amedê di 4’ê tîrmehê de Kubra Y. a 22 salî ji qata 4’an a avahiyê bi awayek “guman” ket xwarê. Kubrayê bi giranî birîndar bû. Li nexweşxaneyê tedawiya wê didome. Kubrayê ji beşa nihêrîna awarte hat derxistin û wê birin odeya asayî. Me li nexweşxaneyê bi Kubrayê re hevdîtin pêk anî. Kubrayê diyar kir ku ew û Mehmet Alî Yurt beriya bi demek kurt dev ji hev berdane. Kubrayê da zanîn ku Kurt wê ji qata 4’an a avahiyê avêtiye xwarê û xwest faîl bê cezakirin. Kubrayê destnîşan kir ku dayik û bavê faîl Kurt jî kêliya bûyerê li wir bûne û gefa li wê û zarokên wê xwariye.    ‘TUNDIYÊ LÊ KIRIYE’   Kubra Y. wiha axivî: “Wî got ez ê zarokan bigirim, min destûr neda, me nîqaş kir. Min dehf da. Got, ‘Tu yê zarokan bidî min?” Min got na. Paşê ez ji pencerê avêtim xwarê. Dê û bavê wî jî li cem zarokan bûn, psîkolojiya wan xirab bû. Ji roja me dev ji hev berdaye, tundiyê li min dike. “Ez dixwazim Alî bê cezakirin.   Li aliyê din Kûbra Y. piştî ku birin oda normal di nava rojê de îfade da polîsan. Kûbra Y. giliyê kiryar Mehmet Alî Yurt kir.