ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-10 09:00:02     * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe de gelek caran destnîşan kir ku xitimandina pirsgirêka kurd di qadên hiqûqî, civakî, çandî û leşkerî de astengiyan derdixe û got ev rewş bi vekirina rêya siyaseta demokratîk pêkan e.    * Endamê Komîna Film a Rojava sînameger Nûman Yîgît bi lêv kir ku piştî Şoreşa Rojava huner xwe li ser esase Modernîteya Demokratîk ji nû ve saz dike û got: "Gelê kurd ji aliye hunerî ve hatibû çewisandin lê şoreşê deriyek nû vekir, kurd îro li Rojhilata Navîn pêşengtiya hunerê dikin."   * Cotkarên ku bi çandiniya nîsk û pêmbû debara xwe dikin gotin ku ji ber bihabûna bacan her tişt du sê qat biha bûye lê tevî bihabûnê jî qezenca wan di şûna xwe de maye ji ber vê ew nikarin bi çandiniyê debara xwe bikin.    * Seroka Şaxa ÇGD'ê ya Enqereyê Demet Aran û Serokê Şaxa TGS'ê ya Enqereyê Sînan Tartanoglû diyar kirin ku ji bo rojnamegerên sibê derkevin pêşberî dadger ew ê li Amedê bin û banga hevgirtinê kirin.   * Danişîna 5'an a doza cerdevanê berê Ramazan Babat ku dest dirêjî zaroka 16 salî S.G.'yê kiribû, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Şirnexê bê lidarxistin.(09.00)   * Danişîna doza der barê mirina endezyar Cîhan Can de ku li Amedê polîs Hakan Avci bi wesayîta zirxî pêl wî kiribû, dê li Dadgeha Cezayê Asliye ya 11'an a Amedê bê lidarxistin. (11.00)    * Hevberdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê têkildarî civînên gel ên di çarçoveya xebatên jinûve avakirinê de, li Navenda Giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar bixe.(11.00)