HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî 2023-07-10 14:27:06   ENQERE - Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê Alî Îsmaîl Korkmaz bibîr anî û bal kişand ser rola dewleta tirk a di qetilkirina Korkmaz de.   Hevberdevkên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Di 2’ê Hezîrana 2013’an de li Eskîşehîrê di dema çalakiyên Geziyê de polîsan û komekê pêşiya Alî Îsmaîl Korkmaz girtin û êşkence lê kirin. Ji ber êşkenceyê xwîn çû ser mejiyê Korkmaz û 38 rojan di komayê de ma û di 10’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Di doza hatî vekirin de 4 jê polîs 8 kes hatin darizandin. Hinek tenê ji ber birîndarkirinê û hinek ji ber kuştina bi qest, cezayên sivik lê hatin birîn.”   ‘NE TENÊ FAŞÎSTÊN DAR DI DESTÊ WAN DE ÊRIŞ KIRIN…’   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:   “Hekvarên lîncê ne tenê ew faşîst bûn ku li wê kolanê di destê wan de dar hebûn, di heman demê de Serokwezîrê demê Tayyîp Erdogan bû ku ji şîdeta polîsan re gotibû, ‘destana lehengiyê’ û bi gotina ‘dema ku pêwîst kir esnaf polîs e, leşker e, hakim e, leheng e’ pesnê wan dabû û bi gotina ‘min ferman da’ li xwe mikur hat. Di heman demê de walî bû ku daxuyaniya ‘hevalên wî lêxistine’ dabû. Di heman demê de sûcdar bijîjkê nobetdar bû ku Alî Îsmaîl wernegirt beşa lezgîn, lê şand qereqolê ku îfade bide û bûyî sedem ku 20 saetan dereng bê teşhîskirin û piştre parvekirinên wî yên li ser medyaya dîjîtal ên dijberê çalakiyên Geziyê derketin holê. Sûcdar polîs û kesê dizanî bû ku dîmenên qamereyê jê birin, sûcdar ev kes in ku civakê ji hev cuda dikin.   Ev tam bû 10 sal ku Alî Îsmaîl bi hovîtî hat qetilkirin. Di 10 salan de li Tirkiyeyê lînc û dijminahî anîn rewşeke sîstematîk. Em li dijî vê xerabiyê li ber xwe didin, gelek Alî Îsmaîl li ver vê xakê ji dayik bûn û mezin bûn û xeyala siberojên azad dikin. Em têkoşîna xwe bi bîranînên mirovên xwe didomînin ku di temenê ciwantiya xwe de ji jiyanê hatine qutkirin.”