ÎHD: Demildest divê rojnamevanên girtî bên berdan 2023-07-10 16:31:05   AMED- ÎHD a Şaxa Amedê, bal kişand ser danişîna 15 rojnamevanên ku 13 meh in girtî ne û got ku divê dsibê di dnaişîna ewil de bên berdan.    Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, têkildarî danişîna 15 jê girtî 18 rojnamevanan ku dê sibê li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Amedê bê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de îşaret bi binpêkirinên mafan ên di çaçroveya azadiya çapemeniyê de hat kirin û wiha hat gotin: "Binçavkirin û girtinên li hemberî rojnamevanên kurd ji ber zextên darazê tim zêde dibin. Polîtîkayên hikûmetê yên ji feraseta rêveberiya demokratîk dûr dikevin, bi taybetî rê li ber zextên li hember rojnamevanên kurd vedike."    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku kar û barên rojnamevaniyê wekî sûc hatine hesibandin û wiha hat gotin: "Gava mirov li îdianameyê mêze dike, pir eşkere xuya dike ku rojnamevan ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatine girtin.ç Lê belê rojnamevan 13 meh in bi awayekî bêhiqûqî girtî ne."   Di daxuyaniyê de hat xwestin ku demildest rojnamevana Serdar Altan, Lezgîn Akdenîz, Azîz Orûç, Mehmet Alî Ertaş, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahim Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken û Mehmet Şahîn bên berdan.