'Em bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî Îmraliyê bişikînin' 2023-07-10 16:36:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û bang li her kesê kir ku li dora Abdullah Ocalan kom bibin. Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li hemberî bêhiqûqiyê bêdengî nayê qebûlkirin.   Daxuyaniya KONGRA-GEL wiha ye:   “Rêzdar Ocalan 24 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin, niha di sala 25’emîn de ye. 25 meh in ti agahî jê nayê girtin. Nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Pêkanînên dewleta Tirk ên li hemberî Rêber Apo di çarçoveya polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hemberî gelê Kurd de ne. Hebûna Rêber Apo hebûna gelê me ye. Bêdengiya saziyên navneteweyî ya têkildarî vê yekê, nayê qebûlkirin.   Em bang li NY, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (CPT û AÎHM girêdayî vê ne), YE û PE’yê dikin ku wezîfeya xwe pêk bînin. Şert û mercên tecrîda mûtlaq a ku di şexsê Rêber Apo de tê pêkanîn, ne li gorî ti qanûnê ye. Li dijî vê bêhiqûqiyê, bêdengiya we bi ti awayî nayê qebûlkirin. Divê hûn têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo bikevin nava tevgerê û dawî li bêhiqûqiya li Girtîgeha Îmraliyê bînin. Têkildarî jiyan û tenduristiya Rêber Apo agahiyek zelal bidin gelê me û raya giştî.   Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin; Jiyan, tenduristî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi temamî girêdayî têkoşîna me ye. Em encex bi têkoşînê dikarin bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê  bişkînin. Hêza me heye ku em vê pêk bînin. Xwedîderketina li Rêber Apo, tê wateya xwedîderketina li hebûn û pêşeroja xwe ya azad.   Li ser vî bingehî em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku li her derê bi çalakî û merasîmên dewlemend li dora Rêber Apo kom bibin.”