Rapora rojnamevanên girtî: Divê bên berdan 2023-07-10 18:27:26 ENQERE - Parlementera Partiya Çepên Kesk Sevîlay Çelenk diyar kir ku rojnamevan bi awayekî neqanûnî dîl tên girtin û got ku divê di danişîna sibê de bên berdan.   Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Amedê Sevîlay Çelenkê rapora xwe ya têkildarê rojnamevanên kurd ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 16’ê Hezîranê de hatin girtin, bi civîneke bi çapemeniyê re eşkere kir.   Çelenkê zextên li ser Ajansa Mezopotamyayê (MA), JINNEWS, Pel û Piyayê bi bîr xistin û îşaret pê kir ku dozgerê lêpirsînê bi rê ve dibe çend roj berê hatiye tayînkirin.   Çelenkê diyar kir ku piştî girtina rojnamevanan dozger tayînê dereke din hatiye kirin û têkildarê dozê agahî bi parêzerên rojnamevanan re nehatine parvekirin tevî ku biryara nepenîbûnê li ser dosyayê heye, agahiyên têkildarê dosyeyê ji aliya medyaya nêzê desthilatdariyê ve hatiye servîskirin.   Çelenkê destnîşan kir ku bi van agahiyên hatine servîskirin, rojnamevan tên armanckirin û ev tişt gotin: "Ji rojnamevanan xebatên wan ên pîşeyî, nûçe, roportaj, nivîs û parvekirinên wan ên li ser medyaya dîjîtal û peyvên di van xebatan de bi kar anîne û bi kar neanîne, hatine pirsîn. Daxuyaniyên çapemeniyê û dîmenên meş û xwepêşandanên ku ajansan kişandine, ji aliyê dozger ve wek ‘hewila çêkirina arşîvê ji rêxistinê re’ hatiye pênasekirin."   BIRYARÊN DMME’YÊ   Çelenkê anî ziman ku rojnamevan têkildarê rojevên herî giring ên welêt nûçe çêkirin û ji ber nûçeyên ku çêkirin xelat wergirtine û ji lewma wê rojnamevan sibehê derbikevin pêşberê dadger. Çelek wiha bi axavtina xwe de çû: "Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, têkildarê şopandina rojname rojnamevanên nûçe çêkirine, dîtin û şîroveyên xwe weşandine, bi caran biryar dane ku mafên wan hatine binpêkirin."   Çelenkê got ku divê di danişîna dozê ya ewil de biryara berdanê bê dayîn.