‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in’ 2023-07-11 10:17:36 WAN - Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Binpêkirinên mafan ji tecrîda li ser Rêberê PKK’ê qut nîn in. Mifteya çareseriyê Îmralî ye.” Lî gorî daneyên Komeleya Mafên Mîrovan (ÎHD) di sala 2022’yan de li gîrtîgehan herî kêm 83 kes bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. Ji mafê tendûristiyê bigire heya hevdîtina malbatê, di gelek mijaran de serlêdanên ÎHD’ê zêde dibin. Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê  (TUHAY-DER) Çetîn Ûyar anî ziman ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qut nîn in.   ÊRIŞÊN LI SER KURDAN   Uyar diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û şert û mercên ewlehî û tenduristiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gumanan zêde dike. Uyar da zanîn ku divê Wezareta Dadê gav biavêje û got: “Piştî hilbijartinê êrişên li girtîgehan û gelê kurd zêde bûn. Desthilta faşîst a AKP û MHP’ê ji bo pêşeroja xwe êrişî kurdan dikin. Deshilat hem li gel PDK li Herêma Federe ya Kurdistanê hem li ser girtiyên di girtîgehan de tên ragirtin, êrişan dide meşandin. AKP gundan bombebaran dike, sûîqestan pêk tine û zextê li ser zarokên me yên girtîgehan dimeşîne. Zextên li girtîgehan gelek zêde bûne. Nêzîkî 2 hezar girtiyên girêdayî komeleya me hene û em giliyên pir cûda ji wan digirin. Deshilat li Tirkiyeyê ji bo ku pirsgirêka bide windakirin ji her hêlê êrişî kurdan dike.”   POLÎTÎKAYÊN TEPISANDINÊ   Uyar da zanîn ku ji ragihandinê bigire heya mafê jiyanê di her hêlê de binpêkirinên mafan diqewimin û got: “Berê me dikarî heya tiştên xwarinê jî bişînin girtîgehan, pirtûk, kovar, û amûrên ragihandinê serbast bûn. Niha pirtûk, rojname herwiha sihbet jî qedexe ye. Her ku diçe zextên li girtîgehan zêdetir dibin. Malbat rastî lêgerîna hûr û kûr tên. Girtî nikarin bi malbatên xwe re jî bi rehetî di telefonê biaxivin. Dixwazin girtî û malbatan bêzar bikin, bitepisînin lê belê dê bi ser nekevin."    FERZKIRINA POŞMANTIYÊ   Uyar bal kişand ser Lijneya Rêveber û Çavderiyê yên girtîehan ku tahliyeya girtiyan didin taloqkirin û wiha got: “Li girtiyên 30 sal in girtî ne, ‘poşmantiye’ ferz dikin. Ev însan 30 sal in têdikoşin, dê çima poşman bibin. Ev ne mirovên dê ji bo 3 an jî 6 mehan zûtir bên berdan poşman bibin. Li malbatên wan jî digerin û dibêjin ji zarokên xwe re biaxivin da ku 6 mehan zûtir bên berdan.”   ÎDIAYÊN XWEKUŞTINÊ   Uyar destnîşan kir ku mirinên biguman ên di girtîgehan de zêde bûne û got: “Berpirsyarê tekane ên van mirinan hikûmeta AKP-MHP’û Wezareta Dadê ye. Dehan mirin li girtîgehan çêbûn. Em van mirinan wek xwekuştin qebûl nakin, ev hemû mirinên biguman in. Berpirsyarê hemû mirinan Wezareta Dadê ye. Di hemû mirinan de destê wezaretê heye. Tekane sedema van pirsgirêkên bûne girêk polîtîkayên tecrîdê ne. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê birêz Ocalan re were axaftin. Binpêkirinên mafan ji tedrîda ser birêz Ocalan qut nîn in. Mifteya çareseriyê Îmralî ye. Em ji xeynî vê tu vebijêrkên din qebûl nakin.”   MA / Bêrîvan Kutlu