Wesayîta zirxî li texsiyê xist: Kesek mir 2023-07-11 12:46:09   WAN - Li Wanê wesayîta zirxî ya leşkerî li texsiyekê sivîl xist, kesek mir û çend kes jî birîndar bûn.    Li ser rêya Elbak û Wanê li herêma 32 fetlanekan, wesayîta zirxî ya leşkerî li texsiyeke sivîl xist. Di encama qezaya pêk hat de kesek mir û çend kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê wesayîta sivîl bû xurde û ma. Gelek tîmên tenduristiyê û agirkujiyê şandin cihê bûyerê. Ji bo kesên ku di wesayîta sivîl de asê mane bên rizgarkirin xebateke domdirêj hate meşandin. Birîndarên di wesayîtê de hatine derxistin ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyên li bajêr.