HDP’ê binçavkirina cotkaran şermezar kir 2023-07-11 13:21:47   RIHA - Rêxistina HDP'ê ya Rihayê li dijî binçavkirina 21 welatiyên ku birîna ceyranê protesto kirin li ber avahiya DEDAŞ'ê daxuyanî da û di daxuyaniyê de bang hat kirin ku welatiyên di binçavan de demildest bên berdan.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Rihayê têkildarî 21 cotkarên li navçeya Wêranşar ku birîna ceyranê ya ji aliyê DEPSAŞ'ê ve pêk hatibû û protesto kiribûn, hatibûn binçavkirin, li ber DEDAŞ'ê ya li navçeya Eyubiye ya Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de cotkarên ku ceyrana wan hatiye birîn, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, KAT DER, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê û Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan amade bûn.    ‘EM NEHEQIYA LI SER COTKARAN QEBÛL NAKIN’    Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP'ê yê Rihayê Ahmet Atiş axivî û bi lêv kir ku birîna ceyranê ya cotkaran li dijî hiquqê ye û wiha got: "Rênçberên ku li dijî birîna ceyranê derketin jî hatin binçavkirin. Desthilata AKP'ê jî bi destê darazê binçavkirina cotkaran rojek dirêj kir, bi vê yekê vê peyamê dide; heke hûn li dijî neheqiyê derkevin ez ê we bikim binçavan. Em li vir bang dikin ku, demildest dev ji vê bê hiquqiyê berdin. Îşkence li dijî hiquqê ye, yên ku pişta xwe didin desthilatê û vê bêhiquqiyê dikin bila baş bizanibin, heke ev desthilat guherî yên ku îşkence kirinê wê bên darizandin. Bila ev şîrket jî baş bizanibe ku heke bêhiqûqiyan li dijî gelên me yên Rihayê bike, wê HDP, DBP û Partiya Çepên Kesk li dijî xwe bibîne. Demildest welatiyên me yên di binçavan de berdin û dawî li vê bê hiqûqiyê bînin."