Li Behra Egeyê erdhej çêbû 2023-07-11 14:13:16   ÎZMÎR - Li Behra Egeyê bi pileya 4’an erdhej çêbû.    Daîreya Erdhejan a AFAD’ê da zanîn ku li Behra Egeyê bi pileya 4’an erdhej çêbûye. Hat ragihandin ku navenda erdhejê Girava Mîdîlliyê ye û 7 km’an di bin erdê de çêbûye. Erdhej, li Çanakkale û Balikesîrê jî hate hîskirin.