Kurê karmend Mungan got ku gef li wan tên xwarin 2023-07-12 13:11:11   MÊRDÎN - Karmend Oktay Mungan li Nisêbînê ji hêla komeke çete ve hatibû kuştin û hinek miştekiyên di dozê de îfadeyên xwe yên têkildarî Mehmet Şerîf Başak ku di dozê de weke “pêdanker” dihat darizandin guherandin. Kurê Mungan, da zanîn ku gef li wî û miştekiyan hatine xwarin.    Karmendê bi navê Oktay Mungan, di 10’ê sibatê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê rastî êrişeke çekdarî hat û bi giranî birîndar bû. Mungan, rakirin nexweşxaneyê û di 1’ê adarê de jiyana xwe ji dest da. Mungan, ji hêla komeke çete ve hatibû kuştin û 12’emîn danişîna doza kuştina Mungan li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hate lidarxistin. Denîz Işik, Gurkan Çalişkan û Onur Yildiz di dozê de girtî tên darizandin û li girtîgehên lê dimînin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. Bersûcên din Dogan Oral, Eyyup Aksoy û Kemal Urun ku ji ber xebatên çetetiyê ji dosyayeke cuda girtî ne jî tev li danişînê nebûn. Bersûcê din karmend Mehmet Şerîf Başak, Îzzetîn Duzkaya, Adnan Koç, Abdullah Er, Ahmet Yildiz, Oguzhan Karayilan, Sînan Demîrtaş, Cemal Dînç, Leyla Oral, Dara Yaruk û Ugur Kaya ku bi awayekî negirtî tên darizandin jî tev li danişînê nebûn. Hinek gilîker û parêzerên her du aliyan di danişînê de amade bûn.    ÎFADEYÊN XWE GUHERANDIN   Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Hat diyarkirin ku bersûcê firarî Vedat Urun hêj nehatiye girtin. Abdulkadîr Mungan û Tacîddîn Mungan daxwaznameyek dan û gotin ku îfadeyên xwe yên derheqê bersûc karmend Mehmet Şerîf Başak de ku di dosyayê de weke “pêdanker” tê darizandin, paşve kişandine.    JI BO 6 KESAN CEZAYÊ MUEBBETÊ HATE XWESTIN    Dozger, mutalaaya xwe ya berê dubare kir xwest ku Onur Yildiz û Denîz Işik ji ber sûcê “Kuştina bi plankirî”,  Îzettîn Duzkaya û Adnan Koç ji ber sûcê “Ji bo kuştina bi plankirî alîkarî dane” bên cezakirin. Ji bersûcan Kemal Urun hatibû girtin lewma dozger daxwaza xwe ya tefrîkirina dosyayê paşve kişand û xwest ku ji ber sûcê “pêdankirina kuştina bi plankirî” li Urun û Mehmet Şerîf Başak cezayê muebbetê were dayîn. Her wiha xwest ku dosyaya bersûcê firarî Vedat Urun were tefrîkkirin.    Her wiha dozger got ku derheqê bersûcên bi navên Abdullah Er, Ahmet Yildiz, Gurkan Çalişkan, Oguzhan Karayilan û Sînan Demîrtaş û Cemal Dînç, Dogan Oral, Eyyup Aksoy û Leyla Oral de delîlên teqez tune ne lewma daxwaza beraeta wan kir. Dozger, ji bo bersûc Dara Yaruk û Ugur Kaya jî xwest ku neyên cezakirin.    'JI BER GEFAN ÎFADEYÊN XWE GUHERANDIN’   Piştre jî kurê Mungan, Mehmet Salîh Mungan axivî û ev îdiaye kirin: “Mamên min ji ber gefan îfadeyên xwe guherandin. Lê ez nizanim bê ka şahidên din çima îfadeyên xwe guherandine. Gef li me jî hatin xwarin. Daîreya ku em tê de dimînin li ser navê Mehmet Şerîf Başak e. Min têkildarî gefê di 12’ê hezîranê de daxwazname da. Abdulkadîr Mungan û yên din, ji ber gefên Mehmet Şerîf Başak tirsiyan û îfadeyên xwe guherandin. Mehmet Şerîf Başak hêj niha jî gefan dixwe.”    Piştre jî li dijî mutalaayê ji bersûc û parêzerên wan û ji gilîker û parêzerên wan parastin hate xwestin. Parêzeran got ku di dosyayê de geşedanên nû hene û xwestin ku dema parastina li dijî mutalaayê were dirêjkirin.    BERSÛCEK HATE BERDAN    Dadgehê ji bo bersûc Gurkan Çalişkan biryara tehliyeyê da. Her wiha biryar da ku rewşa girttî ya bersûcên din bidome, daxwaza girtina bersûcên negirtî tên darizandin ted kir û danişîn taloqî 28’ê îlonê kir.