ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-13 09:00:17       * Hevseroka KNK'ê Zeyneb Murad diyar kir ku hêzên hegemonîk projeya Abdullah Ocalan a netewa demokratîk weke xetereyê li ser xwe dibînin û got ku hêmana bingehîn a ku wê tecrîdê di sedsala Lozanê de rake yekitiya neteweyî ya kurdan e û got: "Projeya birêz Ocalan ji bo tevahiya gelan û baweriyan weke mifteya çareserî û azadiyê ye."   * Şahidên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, diyar kirin ku berxwedana derketiye holê ji bo hemû şoreşgerên cîhanê bûye mnak û gotin ku peyama ku hetiye dayîn jî "berxwedan" bûye.    * Girtiyên di Girtîgeha Şakran a Jinan de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin û gotin ku şerîat li wan tê ferzkirin.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, beriya hilbijartina herêmî bi demeke kurt dest bi firotina mal û milkên şaredariyê kir û hin jê jî dewrî saziyên din kirin.    * Ejder Yazici, biraziyê Bişar Yazici yê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da, got: "Dibe ku bi awayekî fermî darvekirin ji nav qanûnan hatibe derxistin, lê ATK darvekirinê dike. Bi biryarên xwe mirovan bi mirinê re rû bi rû dihêle."    * Navçeya Pirsûsê ku bi qeyûm tê rêveberên ji ber xebatên av û ceyranê ku nêzî 2 sal in neqediyaye di nav toz û dumanê de maye. Xelkê Pirsûsê jî ber toz û dumana li navçeyê bezar bûne. Her wiha piştî qeyûm navên kurdî hemû hatine rakirin û navên tirkî lê hatine kirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 843'yemîn de berdewam bike.    * Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Şaxa Amedê û Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê dê têkildarî ku TMO hilberînên cotkaran nakire wê li ber Odeya Çandiniyê ya Yenîşehîrê civîna çapemeniyê li dar bixe. (10.00)   * Parlamenterên jin ên Partiya Çepên Kesk li Meclisê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.30)    * TUHAY-DER'a Wanê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK Abdullah Ocalan li Kolana Hunerê dê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)   * Civînên gel yên HDP'ê û Partiya Çepên Kesk li Stenbolê berdewam dikin. (19.30-20.00)   * Koma Jin Ma bi armanca piştevaniya bi mexdûrên erdhejê yên Semsûrê re li Konbajarê Narlikuyu dê şahî li dar bixe. (19.00)