Pirsûs di bin toz û dumana qeyûm de maye 2023-07-13 09:02:06 RIHA - Navçeya Pirsûsê ku bi qeyûm tê rêveberên ji ber xebatên av û ceyranê ku nêzî 2 sal in neqediyaye di nav toz û dumanê de maye. Xelkê Pirsûsê jî ber toz û dumana li navçeyê bezar bûne. Her wiha piştî qeyûm navên kurdî hemû hatine rakirin û navên tirkî lê hatine kirin.    Piştî Hilbijartinên Şeredariyê yên 31'ê Adara 2019'an li bakurê Kurdistanê şeredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku bi vîna gel hatibûn hilbijartin bi fermana Serokkomar û biryara Wezirê Karên Navxweyî bi tayînkirina qeyûman hatin desteserkirin. Li gelek bajar, navçe û bajarokên bakurê Kurdistanê ku bi qeyûm tên birêveberên gelek nelirêtî, bertîl, gendelî, rant û sepanên li dijî hiqûqê tên meşandin. Yek ji wan şeredariyan jî Şeredariya Pirsûsê ya navçeya Rihayê ye. Şaredarî ji 15’ê mijdara 2019’an ve ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin.    Piştî tayînkirina qeyûm navên tax, kolan, park û gundan ku bi kurdî bûn hatin guherandin û kirin tirkî. Her wiha xebatên weke av û ceyranê ku li navçeya hatin destpêkirin jî sal û nîve bi dawî nebûne. Pirsûs ku bi hinceta xebatên av û ceyranê hemû kolan û taxên wê hatine kolandin ji ber ku av li navçeyê nayê reşandin hemû navçe di nava toz û dumanê de maye. Xelkê Pirsûsê diyar dikin ku ew ji ber toz û dumanê bêzar bûne.    Encûmenê şaredariyê ku ji wezîfeyê hatiye girtin û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) a Navçeya Pirsûsê Nîhat Demîrbîlek bi lêv kir ku li gel Hevşeredar Pirsûsê Hatîce Çevîk ji doza xwe beraat kiriye jî venegeriyaye ser wezîfeya xwe û got ku qeyûm Pirsûs ji rantê re vekirî ye.    'NAVÇE DI NAV TOZ Û DUMANÊ DE MAYE'   Demîrbîlek bi lêv kir ku sepana qeyûm rejîma talanê ye û wiha got: "Piştî ku qeyûm hat tayîn kirin Pirsûs tevahî hat xerakirin. Tax û rêyên wê tevahî hatin kolandin û navçe di nav toz û dumanê de hatiye hiştin. Bi hinceta av û ceyranê tevahî bajar hatiye kolandin lê li pişt xwe çênakin. Yanî di nav kolanan de kort hene, moloz hene wan ranakin dibêjin ‘em dê heftek şûnve werin’ wisa dihelin û diçin. Sal û nîve ku ev xebat bi dawî nebûne. Gel êdî nikare di nava kolanan de bimeşe. Xebatên wan ên av û ceyranê jî qasî ku me bihîstiyê wê hê berdewam bike. Ji ber ku avê li cade û kolanan nareşînin navçe jî di nav toz û dumanê de dimîne. Ji ber vê rewşê jî gilî û gazincên gel hene. Lê ji ber zextên qeyûm kes nikare rexne û nerazîbûna xwe nîşan bide."   'RÊYA GUNDÊN KU DENG DANE AKP’Ê ÇÊDIKIN’    Demîrbîlek destnîşan kir ku di hilbijartinên Serokkomariyê de gundên ku deng nedane AKP'ê rêya wan û pirsgirêkên wan nayên çareserkirin û got: "Bi xwe jî bi aşkera vê yekê dibêjin. Weke mînak rêya ziyareta Guletê çênekirin. Lê ji aliyê gundên malbata Yildiz û yên deng ji AKP'ê re dane, rêya wan beton dikin. Qeyûm bi navê guhertin û veguhertinê tevahiya xwezaya navçeya Pirsûsê guhert. Navên park, gund û taxên bi kurdî hatin guhertin û kirin tirkî. Îhaleyên şeredariyê jî gelemperî dide malbatên nêzî xwe û alîgirên AKP’ê. Weke mînak Huseyîn Yildiz ku ji berê ve di karê FEN'ê de dixebitî îro bûye alîkirê şeredariyê. Her wiha ji roja qeyûm hatiye tayînkirin vir ve eraziyên şeredariyê bi awayekî bêperê didin emniyet û cihên din.”    Demîrbîlek anî ziman ku desteserkirina şeredariyan li dijî hiqûqê ye û got: "Gel jî li dijî vê bêhiquqiyê nerazîbûna xwe nîşan dide. Yanî di dema şeredariya me de me 2 hefte carekê civîn li dar dixistin, gel dihat û xwestek, rexne û pêşniyarên xwe digotin. Lê di pergala qeyûm de ev yek tune ye, tenê yek kes biryarê dide. Sepana qeyûm bi tena serê xwe darbe ye, darbeya ku bi destê dewletê pêk tê ye."   NEHEQIYA LI DIJÎ HEVŞAREDAR    Demîrbîlek bal kişand ser beraetkirina doza Hevşeredara Pirsûsê Hatîce Çevîk û da zanîn ku li gel Çevîk hatiye beraetkirin jî bêhiqûqiya li dijî wê didome û venegeriyaye ser wezîfeya xwe. Demîrbîlek diyar kir ku heta ku qeyûm hebin wê kes nikaribe qala demokrasiyê bike û got: “Şaredarî mala gel e. Kirinên qeyûm li dijî vîna gel e.”   'TOZ Û DUMANA QEYÛM ME BÊZAR KIRIYE’    Mehmed Duruk ê 20 sal in li navçeyê berbertiyê dike jî diyar kir ku ji ber toz û dumana bajêr ew êdî nikarin ji derva bêhnê bigrin û wiha bertek nîşan da: "Dibêjin ji bo başbûnê em xebatan dikin lê her tiştî xera dikin. Tu tiştekî baş çênakin. Ji ber toz û dumana Pirsûsê em nikarin li derve rûnên û deriyên dikanên xwe vekin. Dikana min her tim tije toz dibe, ji ber tozê em bêzar bûne. Beriya qeyûm, Pirsûs baş bû lê qeyûm vir xera kir. Berê ev toz û duman tune bû lê piştî qeyûm ev salik e ku Pirsûs di nav toz û dumanê de ye. Dibêjin em Pirsûsê xweş dikin lê tu xweşbûna wê me nedîtiye. Hemû şaredariyên kurdan hatine desteserkirin, hiqûq li vî welatî nayê birêvebirin.”    MA / Mahmut Altintaş