Dadgeha Bilind daxwaza ji bo berdana Can Atalay red kir 2023-07-13 18:47:41   NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Bilind, serlêdana ji bo berdana Parlementerê TÎP'ê yê Hatayê Can Atalay ê girtî, red kir.    Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, bi yekdengî daxwaza ji bo berdana Parlementerê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Hatayê yê di hilbijartinên 14'ê Gulanê de hat hilbijartin û ji ber Doza Geziyê girtiye, red kir.     TÎP'ê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal ev daxuyanî belav kir: "Daîreya Ceza ya 3'yan a Dadgeha Bilind, biryara Dadgeha Destûra Bingehîn eciqandin û daxwaza ji bo berdana parlementerê me yê Hatayê Can Atalay red kir. Em ê li ber qesrê û daraza ku bi fermana wê serî ditewîne, serî netewînin. Dê derkeve (#CanÇıkacak), dê têkoşîn bidome."