ROJEVA 14’Ê TÎRMEHA 2023’YAN 2023-07-14 09:00:26     * Parêzer Omer Alagoz bilêv kir ku ATK li gorî rêgeza wekheviyê tevnagere û got ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin.    * Hevserokê Şaxa OHD’a Stenbolê Gurkan Îsteklî diyar kir ku dewlet bi tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hiqûqa xwe binpê dike û li dijî tecrîda Îmraliyê îşaret bi têkoşîna hiqûqî, siyasî û civakî kir.    * Rêveberên Barîkat û Mor Barîkatê diyar kirin ku ew ê li dijî tiryak û fihûşa ku li Amedê zêde bûye bitêkoşin û bang li hemû rêxistinên civaka sivîk kirin ku di vî warî de hesas bin.    * Şahidên çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê diyar kirin ku ji xeynî berxwedanê tu rê tune bû û ev tişt anîn ziman: “Rûmeta mirovahiyê îşkence têk bir.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 844’an de bidome.    * Rojnamegerên tehliye bûyîn dê li avahiya DFG’ê ziyaretan qebûl bikin. (11.00-15.00)    * Bi boneya Berxwedana 14’ê Tîrmehê dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (12.00-19.00)   * Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê dê têkildarî zêdebûna cînayetên jinan û mirinên biguman ên jinan li avahiya Komeleya Jinan a Rosayê daxuyaniyê bide. (12.30)    * HDP û Partiya Çepên Kesk dê li navçeyên Çermûg û Şankuş ên Amedê civînên bi gel re li dar bixin. (14.00-19.00)    * Doza bi sedema çalakiya perwerdeya bi zimanê dayikê ku li 91 kesan hatibû vekirin û ji hêla îstînafê ve hatibû xerakirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Îzmîrê jinûve bê lidarxistin. (14.00-17.00)   * TJA, DBP, ANYAKAY-DER û Ege TUHAYDER dê têkildarî Peymana Lozanê li avahiya HDP’a Îzmîrê panelekî li dar bixin. (14.00)