Serdana rojnamevanên hatin berdan kirin: Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin 2023-07-14 16:06:33 AMED - Nûnerên partiyên siyasî û saziyan serdana rojnamevanên hatin berdan kirin û ev peyam dan: “Ji bo dengê heqîqetê qut bikin, êrişî Çapemeniya Azad dikin. Wê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin.”    Li Amedê 15 rojnamevanên kurd ên piştî 13 mehan di 12’ê tîrmehê de ji girtîgehê hatin berdan, li avahiya Komeleya Rojnmevanan a Dîcle Firatê (DFG) li hev civiyan û mêvanên xwe pêşwazî kirin. Nûnerên rêxistinên siyasî û rêxistinên sivîl serdana rojnamevanan kirin.    Endam û rêveberên komeleyê, rojnamevanên hatin berdan pêşwaziya rêveberên HDP, Partiya Çepên Kesk, DBP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl kirin.    'JI BO HEQÎQETÊ BÊDENG BIKIN GIRTIN’    Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan di serdanê de axivî û wiha got: “Rojnamevanên hêja parastinek dîrokî kirin. Her roj êriş li ser Çapemeniya Azad pêk tên. Naxwazin ku rojnamevanên kurd dengê heqîqetê ragihînin. Ji bo heqîqetê bêdeng bikin, hevalên me rojnamevan girtin. Hûnê nikaribin dengê heqîqetê qut bikin. Em bi hêvî ne ku piştî berdana rojnamevanan wê deriyê hemû zindanan vebibe. Em ê hemû bi hev re vê têkoşînê berfireh bikin. Em ê her tim bi rojnamevanan re di nava piştevaniyê de bin. Wê rojnamevan jî her tim bibin dengê heqîqetê. Ji bo ku dawî li vê bêhiqûqiya girtina wan hat, em bextewar in.”    'ENCAM BI DEST NEXISTIN’    Paşê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ê ku bi rojnamevanan re tehliye bû spasiya her kesî kir ku piştevaniyê dane wan. Altan destnîşan kir ku wan pêvajoyek zehmet derbas kirine û got: “Xwestin ji girtina me, encamê bigirin lê nikaribûn bigirin. Ji me re gotin, ‘bêdegn bin’, ev jî bi ser neket. Em bêdeng nebûn, hevalên me xebatê berdewam kirin.”    Rojnamevan Neşe Toprak jî spasiya kesên hatine serdana wan kir.