Li Çêrmûgê civîna gel: Divê siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin 2023-07-14 21:42:58     AMED - Li Çêrmûgê di civîna gel de îşaret bi "Rêya Sêyem" û tecrîda li Îmraliyê hat kirin.    Partiya Çepên Kesk û Partiya Dmeokratîk a Gelan (HDP) piştî encamên hilbijartinê, di çaçroveya xebatên jinûve sazkirinê de li navçeya Çêrmûg a Amedê civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya HDP'a Çêrmûgê hat lidarxistin. Parlementerê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Omer Ocalan, Hevseroka HDP'ê ya Amedê Gulîstan Atasoy û endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Garîp Kandemîr û gelek welatî tevlî civînê bûn.    Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di "Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê" de li Zindana Amedê ya Hejmara 5'an jiyana xwe ji dest dabûn, dest pê kir. Paşê Atasoy axaftina destpêkê kir. Atasoyê bal kişand ser girîngiya mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê û got: "Em hewl didin mekanîzmaya rexne û xwerexnekirinê li ser esasekî rêxistinî bidin rûniştandin û bi encamên ku pêşiya me vekin, heq ji vê pêvajoyê derkevin."    RÊYA SÊYEM   Paşê Parlementerê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan, bal kişand ser siyaseteke li ser esasê "serketinê" û got ku pêdivî bi jinûvesazkirinê heye. Ocalan ji bo vê bang li welatiyan kir ku daxilî nava vê pêvajoya nû bibin û got: "EM ê berxwedana vî gelî çawa baştir bebriçav bikin? Em vê yekê nîqaş dikin. Carinan kêmasî çêdibin. Lê muhîm dîtina van kêmasiyan û rastkirina wan e. Gava em van kêmasiyan bibînin, em ê karibin ji bo siberoja Kurdistanê, siyaseteke eşkere û zelal bi gelê re bimişînin. Em ê siyaseta xw eli gor fikir û paradîgmaya birêz Ocalan bimeşînin. Em ê Rêya Sêyem çawa xurt bikin? Em ê xeta ji bo Kurdistanê guncav çawa berbiçav bikin? Em ji bo vê siyasetê dikin."    GER TECRÎD BÊ ŞIKANDIN DÊ PÊŞIYA SIYASETÊ VEBE   Ocalan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got: "Gava tecrîd bê şikandin, dê pêşî li ber kurdan, Rojhilata Navîn û siyasetê bê vekirin. Gava Serok diaxive aramî tê welat. Û siyaseteke xurt tê kirin."    Paşê welatî axivîn û rexne û pêşniyazên xwe kirin.  Welatiyan di rexne û pêşniyazên xwe de gotin ku divê biryar bi gel re bên girtin, divê di nava gelê kurd û yên din de derdora bûrjûvayê rê li ber siyasetê nexe û siyaseta Rêya Sêyem esas bê girtin.    Şande piştî vê çû gundê Şêxana Jêrîn ê navçeya Şanqûşê.