Dadgeha herêmî guh li biryara AYM'ê nekir 2023-07-15 09:03:25   AMED - 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara pîlot a AYM'ê wekî "norm" nirxand û esas negirt.    Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di 10'ê hezîrana 2021'ê de di doza Hamît Yakût de ji bo sûcê "bêyî endamtiya rêxistinê sûcê li ser navê rêxistinê" biryareke pîlot da. AYM'ê di biryara xwe de diyar kir ku cezayê ku bi hinceta tev li meş û xwepêşandanan bûye bi sûcê "bêyî endamtiya rêxistinê sûcê li ser navê rêxistinê" hatiye birîn, "binpêkirina mafê civîn û xwepêşandanan" e. Piştî ku Meclisê têkildarî vê yekê qanûna heyî sererast nekir, AYM'ê di 2'yê hezîrana 2023'yan de careke din biryara binpêkirinê da.    Piştî biryara dawî ya AYM'ê, 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara AYM'ê ya divê cezayê ni sûcê "bêyî endamtiya rêxistinê sûcê li ser navê rêxistinê" hatiye birîn bê xerakirin, red kir. Li Cemal Baran û Mehmet Aktaş ku bi hinceta ku di sala 2011'an de li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tev li protestokirina li dijî darizandina siyasetmedarên kurd bûne bi sûcê "muxalefeta li dijî qanûna meş û civînan" 6 meh û bi sûcê "bêyî endamtiya rêxistinê sûcê li ser navê rêxistinê" jî 3 sal û meh û 15 roj ceza hat birîn. Cezayê ku 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di sala 2017'an de birî, di sala 2018'an de ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin.    AYM'Ê BIRYAR XERA KIR   Piştî ku Dadgeha Bilind ceza pesend kir, parêzer Mehdî Ozdemîr dosyeyê bir Dadgeha Destûra bingehîn (AYM). AYM'ê jî di 23'yê sibata 2023'yan de ji bo cezayê ku bi sûcê "bêyî endamtiya rêxistinê sûcê li ser navê rêxistinê" li Baran û Aktaş hatiye birîn diyar kir ku xala 2020/6 a TCK'ê binpê dike.    Piştî vê biryar AYM'ê Ozdemîr, ji bo jinûvedarizandinê serî li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran aAmedê da. Dadgehê ji bo cezayê bi sûcê "muxalefeta li dijî qanûna xicîn û xwepêşandanan" hatiye birîn biryara beraetê da, lê daxwaza AYM'ê ya ji bo sûcê bi "bêyî endamtiya rêxistinê sûcê li ser navê rêxistinê" hatiye birîn red kir.    Ozdemîr li dijî vê biryara 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, serî li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da. Ger tu tişt ji vê îtirazê derneyê, dê ji bo jinûvedarizandinê car din serî li AYM'ê bê dayîn.