Walîtiya Şirnexê ku digot ‘welatî ji çiyayan sûd digirin’ çiya qedexe kir 2023-07-15 10:38:33 ŞIRNEX - Roja ku 11 herêmên Şirnex û navçeyên wê ji bo 15 rojan weke “Herêmên ewlekariya taybet” hatin ragihandin de Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn ev gotina sosret kir: “Ji bo welatî bi awayekî herî baş ji çiyayan sûdê bigirin, me hemû derfet pêşkeş kirine.”    Walîtiya Şirnexê 11 herêmên navend û navçeyê wê dîsa weke “Herêmên ewlekariya taybet” ragihand. Hinek herêmên di navbera navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ji 15’ê tîrmehê heta 29’ê tîrmehê weke “Herêmên ewlekariya taybet” hatin ragihandin.    Walîtiyê di daxuyaniyê de got ku Çiyayê Cûdî, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Kela Memê, Newala Serîn, Feraşîn, Çiyayên Kato Marûnis û Kato Jîrka, Dulê û Tenîn ji bo 15 rojan weke herêmên ewlekariyê hatine ragihandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku welatî bi şev û roj nekevin van herêman.    ‘JI BO ÇÛYÎNÊ BI ŞEV Û ROJ DERFETAN ÇÊDIKIN’    Roja ku biryara qedexeyê hatiye ragihandin, li Elkê mîhrîcana “berxbirê” hate lidarxistin û Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn ev îdiayên sosret kir: “Ev 40 sal bûn nehdihiştin ev gel ji nîmetên van çiyayan sûdê bigire. Îro, ji bo welatî bi şev û roj bi awayekî herî baş ji çiyayên Kato, Feraşîn û Elkê sûdê bigirin, peywirdarên dewletê hemû cureyên derfetan didin.”