HDP’ê Celadet Elî Bedirxan bi bîr anî: Em ê tu carî ji bîr nekin 2023-07-15 13:29:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê bi boneya 72’yemîn salvegera wefata Celadet Elî Bedirxan de daxuyanî da û wiha got: “Celadet Elî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Em ê wî tu carî jibîr nekin.”     Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya 72’yemîn salvegera wefata Celadet Elî Bedirxan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de Celatdet Elî Bedirxan bi rêzdarî hat bibîranîn û wiha hat gotin: “Celadet Elî Bedirxan dê tu carî neyê jibîrkirin. Em di 72’yemîn salvegera wefata wî de bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet Celadet Elî Bedirxan bi bîr tînin.”   Daxuyaniya Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HDP’ê ya têkildarî salvegera wefata Celadet Elî Bedirxan wiha ye: “Di ser koça dawî ya zimannas, nivîskar, siyasetmedar, kedkar û xemxurê ziman û çanda kurdî, Celadet Elî Bedirxan re 72 sal derbas bûn. Em di 72’emîn salvegera xatirxwestina wî de Celadet Elî Bedirxan bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin.    LI SIRGÛNÊ JI DAYIK BÛ   Jiyana Celadet Elî Bedirxan, bi têkoşîn û berxwedaneke mezin û di nav sirgûniyê de bihurî. Jiyana wî parçeyekî dîroka gelê kurd e. Kalê Celadet Elî Bedirxan, Mîrê Mîrektiya Cizîra Botan Mîr Bedirxan, ji ber ku polîtîkayên navendîbûnê ya dewleta Osmanî qebûl nekir û ji bo azadî û mafên kurdan dixebitî, ji welatê xwe hat sirgûnkirin. Lewma Mîr Celadet Elî Bedirxan jî, di sirgûniyê de, di 26’ê nîsana sala 1893’an de li Stenbolê ji dayik bû.    JI BO ZIMANÊ KURDÎ Û SERXWEBÛNA GELÊ KURD TÊKOŞIYA   Celadet Elî Bedirxan ji Stenbolê heta Ewropayê û ji Ewropayê heta Şamê di sirgûniyê de jiya lê belê her tim ji bo ziman û çanda kurdî, ji bo serxwebûna miletê kurd di nav keftûlefteke mezin de bû. Celadet Elî Bedirxan hem di warê zimannasî û çandî de, hem jî di warê xebatên siyasî de roleke dîrokî lîst. Ew tu carî netebitî û her di nav xebat û têkoşînê de bû. Di 15’ê gulana 1932’an de Kovara Hawarê derxist û ev Kovar ji bo miletê kurd bû pêngaveke dîrokî ya ziman û wêjeyê.    KOVARA HAWARÊ ROLEKE WEK ZANÎNGEHÊ LÎST   Celadet Elî Bedirxan, heval û hogirên wî di Hawarê de kuliyeteke mezin ava kirin û îlhameke mezin dan lêkolîner û xebatkarên ziman û çanda kurdî. Kovara Hawarê roleke wek dibistan û zanîngehekê di dîroka xebatên kurdî de lîst û nivîskarên wek Kamiran Elî Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Osman Sebrî, Nûredîn Zaza, Qedrîcan, Cegerxwîn li xwe civandin. Celadet Elî Bedirxan, di temamê jiyana xwe de ji bo standardîzasyona zimanê kurdî hewl da. Ew yek ji danerên alfabeya Latînî ye ku ev yek di dîroka zimanê kurdî de şoreşeke mezin e.    XIZMETÊN GIRÎNG Û DÎROKÎ JI GELÊ KURD RE HIŞT   Celadet Elî Bedirxan di 15’ê Tîrmeha 1951’ê de li Şamê koça xwe ya dawî kir. Dema ku wî koça xwe ya dawî kir, hîn 58 salî bû. Wî, di nav 58 salan de gelek xizmetên girîng, dîrokî û hêja ji gelê xwe re hiştin.  Celadet Elî Bedirxan bi xebat û xîreta xwe di dilê gelê xwe de dijî û ew heta hetayê şarezayê gelê xwe ye. Şîretên ku wî li ser girîngiya kurdî li gelê xwe kir hîn jî li ber guhê me ye.    EM Ê TU CARÎ JIBÎR NEKIN    Celadet Elî Bedirxan dê tu carî neyê jibîrkirin. Em di 72’emîn salvegera wefata wî de bi rêzdarî, bi hurmet û bi minet bi bîr tînin.”