Girtiya nexweş Şîvekar Ataş nayê tedawîkirin 2023-07-15 14:36:57 ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Şîvekar Ataş û got ku divê di zûtirin demê de bê tedawîkirin.  Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê her du hefteyan carekê ji bo balê bikişîne er rewşa girtiyên nexweş, çalakiyê li dar dixe. Komeleyê, çalakiya 278’an li pêşiya Sumerbank a kevin a li navçeya Konakê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê vî sûcî” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de rewşa girtiya nexweş Şîvekar Ataş hate vegotin ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê ragirtin.    Serokê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zafer Încîn metna daxuyaniyê ya vê hefteyê xwend. Încîn, da zanîn ku Şîvekar Ataş a 20 salî, di sala 2016’an de dema li Amedê xwendekara zanîngehê bû, hate girtin. Bi domdarî Încîn wiha got: “Dema ketî girtîgehê tu pirsgirêkên wê yên tenduristiyê nebûn. Lê ji ber mercên girtîgehê û binpêkirinên giran, bi gelek nexweşiyan ket. Di lîsteya girtiyên nexweşiya wan giran a ÎHD’ê de ye. Li gorî agahiyên dayika wê dane, li Girtîgeha Tarsusê rastî îşkenceyên giran hatiye û di encama îşkenceyê de çavên wê reş û şîn bûne, ji ber ku li dijî sepanan derketiye di ‘odeya bisunger’ de hatiye ragirtin. Ji ber vê jî laşê wê bi birîn bûye. Di dema pandemiyê de jî tedawiya Şîvekarê nehatiye kirin.”    'DIVÊ EMELIYAT BIBE’   Bi domdarî Încîn diyar kir ku derîçeyê dilê Şîvekarê dirize û divê emeliyat bibe û axaftina xwe wiha qedand: “Her wiha fetqa wê ya piştê heye. Ji ber ku derîçeyê dilê wê dirize, divê her 20 rojan carekê jê re derzî were danîn. Lê belê di dema pandemiyê de ev yek nehate kirin. Dayika wê got ku di hevdîtina dawî de keça xwe nas nekiriye û gelek zeîf bûye. Di heman demê de di malzaroka wê de 2 kîst derketine û ji bo vê jî divê were emeliyatkirin. Divê Şîvekar di zûtirin demê de bê emeliyatkirin. Heke ev emeliyat were derengxistin, rayedarên girtîgehê û berpirsyarê revîrê ji hemû encamên neyînî berpirsyar in.”