Tevî xetereya krîza dil jî li Halîse Aksoy kelemçe hate ferzkirin 2023-07-15 14:56:35 STENBOL - Girtiya nexweş Halîse Aksoy ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin, tevî xetereya krîza dil jî di dema sewqa nexweşxaneyê de kelemçe lê hate ferzkirin. Parastvanên mafên mirovan xwestin ku Aksoy di zûtirin demê de were berdan û tedawîkirin.  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. Komîsyonê, di hefteya 590’an de li ber avahiya komeleyê daxuyanî da. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser girtiya nexweş Halîse Aksoy ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin. Parastvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Girtiya nexweş Halîse Aksoy berd in” hatin vekirin. Her wiha beşdaran dirûşm berz kirin.    ‘BINPÊKIRIN ÊDÎ BÛNE TIŞTÊN JIRÊZÊ’   Daxuyanî, ji hêla endamê ÎHD’ê Yavûz Okuçoglû ve hate xwendin. Okçuoglû, da zanîn ku li gorî serlêdanên malbatên girtiyan ji bo komeleya wan kirine, binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin û wiha domand: “Saziyên bi vê mijarê re eleqedar jî bêdeng in. Ji ber vê bêdengiyê, li girtîgehan sepanên weke îşkence, miameleya xerab, şewitandina înfazan, qedexeya peywendiyan, cezayên hucreyê û hwd. veguherîne bûyerên ji rêzê. Yên li hemberî van pirsgirêkan bêdeng dimînin, her wiha faîlên van sûcan jî bi necezakirinê xelat dikin û rê li ber sûcên nû vedikin. Bi taybet jî bêhelwestiya li hemberî girtiyên nexweş, êdî veguheriye tiştekî deraqilî.”    DI DEMA SEWQÊ DE KELEMÇE TÊ FERZKIRIN   Okçuoglû, da zanîn ku girtiya nexweş Halîse Aksoy li Girtîgeha Jinan a Amedê tê ragirtin û ev tişt anî ziman: “Nexweşiyên weke qelewî, hipertansiyon, dil û hêj gelek nexweşiyên din pê re hene. Tevî vê rewşê jî rêveberiya girtîgehê pir sersar nêz dibe. Ji ber qelewiyê, xetere heye ku Aksoy kor bibe. Li gel ku du caran emeliyat bûye jî rewşa wê baş nebûye. Di nava van 3 mehên xwe yên girtî de du caran ji ber krîza dil rakirine nexweşxaneyê. Lê belê di dema sewqkirinê de kelemçe lê hatiye ferzkirin. Bi tedawiyên demkî re dîsa li girtîgehê hatiye vegerandin.”    ‘AMBULANS HATE SEKINANDIN’   Bi domdarî Okçuoglû destnîşan kir ku rewşa Aksoy cara ewil di 19’ê hezîranê nebaş bû û rakirine revîrê û wiha got: “Ji ber îxtîmala ku dibe di kêliyê de krîza dil derbas bike, bijîşkê wê xwest sewqî nexweşxaneyê were kirin. Tevî vê yekê jî heta demekî dirêj di ambulansê de bi awayekî destkelemçekirî hate hiştin. Kelemçeyên wê li nexweşxaneyê jî nehatin derxistin. Piştî emeliyatê, her tim çavên wê tije rondik dibûn. Neçar dimîne ku di her kêliyê de çavên xwe paqij bike û ji bo vê jî xwest ku kelemçeyên wê bên derxistin. Lê belê nehate derxistin. Kekê wê wiha dibêje; ‘Êdî hatin û çûna wê ya nexweşxaneyê jî veguheriye îşkenceyê.’ Aksoy, di 23’yê hezîranê de dîsa bi xetereya krîza dil re rû bi rû ma û rakirin nexweşxaneyê. Lê belê tedawiyeke demkî kirin û şandin girtîgehê.”    BANGA BERDANÊ KIR   Okçuoglû, daxuyand ku nexweşiyê Aksoy rê nadin ku bikare di nava şert û mercên girtîgehê de bimîne û axaftina xwe wiha qedand: “Rewşa wê giran dibe û gef li ser jiyana wê heye. Banga min ji bo hemû rayedar û saziyên têkildar ew e ku Aksoy tavilê were berdan û bê tedawîkirin.”