Êrişî cotkaran hat kirin: Traktorên wan hatin desteserkirin 2023-07-15 18:10:15 RIHA - Li navçeya Wêranşar a Rihayê herî kêm 20 cotkar di protestoya ji bo qutkirina ceryanê de hatin binçavkirin. Di dema binçavkirinê d eli cotkaran hat xistin û traktorên wan hatin desteserkirin.    Li navçeya Wêranşar a Rihayê cotkaran ji ber qutkirina ceryanê ya ji aliyê DEDAŞ'ê ve çalakiyeke protestoyê li dar xistin. Di dema protestoyê de herî kêm 20 cotkar bi lêdanê hatin binçavkirin. Cotkarên ku ji ber qutkirina ceryanê nikarin erdên xw eav bidin, bi ekviran rêya Riha-Mêrdînê girtin. Ji ber vê gelek wesayît di rê de man.    Leşkerên ku hatin cihê bûyerê, êriş birin ser cotkaran. Di êrişê de herî kêm 20 cotkar bi lêdanê hatin binçavkirin. Her wiha leşkeran dest danîn ser traktorên cotkaran jî.