Li Mûşê zarokek hat revandin 2023-07-15 21:34:16   MÛŞ - Li gundê Ajmanûkê Mûhammed Ardilê 30 salî, keça bi navê E.K. (15) revand.    Li gundê Ajmanûk ê Mûşê, duh danê nîvro Mûhammed Ardilê 30 salî, keçeke 15 salî ku nexwest bi wî re bizewcie, revand. E.K. ya 15 salî ku ji aliyê Ardil ve hat revandin, li mala ku lê dihat girtin telefonî malbata xwe kir. E.K.'yê ji malbata xwe re got li gundekî Kopê bi darê zorê tê ragirtin û doza alîkariyê kir. Paşê malbat li heman hejmara telefonê geriya, lê xwe negihand E.K.'yê.    Hat diyarkirin ku xebatên ji bo dîtina E.K. didomin.