Ferît Şenyaşar: Heke edalet pêk neyê em ê bi girseyî ber bi Wezareta Dadê ve bimeşin 2023-07-16 09:01:47   RIHA - Ferît Şenyaşar ku der barê danişîna doza birayê xwe Fadil Şenyaşar de axivî, bi lêv kir ku heke di danişînê de birayê wî neyê berdan dê çalakiya xwe li Enqereyê berdewam bikin û ber bı Wezareta Dadö ve meşeke girseyî li dar bixin.   Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de êriş birin ser dikana malbata Şenyaşar û di êrişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar bi birîndar bûn û ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Lê êrişên xizmên Yildiz li nexweşxaneyê jî berdewam kirin. Di hundirê nexweşxaneyê de Celal û Adil Şenyaşarê birîndar û bavê wan Hecî Esvet Şenyaşar bi awayekî hovanê hatin qetilkirin. Êriş li pêş kemareyan pêk hat, lê tevî 5 salan jî edalet pêk nehatiye. Dayik Emîne Şenyaşar û kûrê wê û Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşarê di êrişê de bi birîndarî xilas bûbû ji boedaletê di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeda edaletê kirin. Çalakiya malbatê zêdetirî 2 sal in berdewam dike.     Tevî ku kujer nehatin darizandin jî Fadil Şenyaşarê bi birîndarî di êrişan de xilas bûbû dema li Nexweşxaneya Amedê dihat dermankirin li ser biryara dozgeriyê bi awayekî birîndar hat binçavkirin. Şenyaşar bi awayekî birîndar hat Edliyeya Rihayê û li wir hîn bû ku bav û birayên wî jiyana xwe ji dest dane. Şenyaşar, li Edliyeya Rihayê hat girtin û ew birin Girtîgeha Rihayê ya Tîpa T a Hejmar 1'ê, lê piştî demekê ew sevkî Girtîgeha Xarpetê kirin û 5 sal in di girtîgeha Xarpetê di hucreya yekkesî de ye. Doza Komkujiya Malbata Şenyaşar, weke dosyeya cihe kar û nexweşxane hatibû yekkirin. Dê danaşîna 2'yan a dozê di 18'ê Tirmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a Hejmara 3'yan a Meletiyê bê lidarxistin.    Ferît Şenyaşar ku der barê danişîne de ji ajansa me re axivî, bi lêv kir ku heke edalet pêk werê dê çalakiya xwe bi dawî bikin, lê edalet pêk neyê jî dê çalakiya xwe li Enqereyê bidomînin û ji bo danişînê bang li raya giştî kir.   'TEVÎ KU 5 SAL DERBAS BÛN JÎ EDALET PÊK NEHAT'   Şenyaşar bi lêv kir ku 5 sal in ew û dayika wî têkoşîna edaletê didin û got ku tevî 5 sal di ser komkujiye re der basbûne jî edalet pêk nehatiye. Şenyaşar bibîr xist ku birayê wî bi awayekî birîndar hatiye girtin û wiha got: "Lê yên ku bav û birayên min qetil kirin 5 sal in nehatine girtin. Piştî ku ez bûm parlamenter min çalakiya edaletê di Meclisê de, dayika min jî li ber Edliyeya Rihayê domand. Tevî ku destnedana ser parlamenterê AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz qediyayê jî nayê girtin. Divê ew bê girtin, ji ber gumana bê girtin dibe ku ew bireve derveyî welat jî."    'EDALET PÊK NEYÊ ÇALAKÎ WÊ LI ENQEREYÊ BIDOME'   Şenyaşar bal kişand ser danişîna doza birayê xwe ku dê di 18'ê tîrmehê de bê lidarxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birayê min 5 sal in bi talîmata serdestan tê girtin. Hem dimênên ewlehiyê û hem jî bi raporan bi awayekî şênber diyare ku meşrû mudafayê lê tevî vê yekê jî birayê min nayê berdan. Heke di 18'ê tîrmehê de birayê min bê berdan, ez û dayika xwe em ê bi pankarta xwe bigrin û biçin malê. Lê heke edalet pêk nayê em ê nobeda xwe ya li ber Edliyeya Rihayê bi dawî bikin û çalakiya xwe bibin li Enqerê ye berdewam bikin."   Şenyaşar der barê çalakiya xwe ya li Enqereyê de ev agahî dan: "Em ê li Enqerê di Meclisê de bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên civakî bikin. Pişt re jî li Meclisê heta Wezareta Dadê çalakiya meşa girseyî li dar bixin. Pişt re jî em ê li ber deriyê Wezaretê çalakiya xwe bidin destpêkirin. Çalakiya me wê di çerçoveya hiqûqê de pêk were. Em dixwazin edalet pêk were ku dayik biçe mala xwe lê heke edalet pêk neyê em ê çalakiya xwe li ber deriyê Wezareta Dadê bidomînin."   'DAXWAZA ME EDALET E'   Şenyşar di dawiya axaftina xwe de ji bo piştevaniya danişînê ev bang kir: "Em bang li hemû partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqê, sazî û rêxistinên civakî dikin ku di 18'ê tîrmehê de werin danaşînê û bibînin ku darizandineke çawa pêk tê. Wezaretê Dadê dibêjê, 'Edaleta ku dereng pêk hatiye ne edalet e' lê tevî dimênên kameraya ewlehiyê jî birayê min 5 sal in girtiyê. Daxwaza me edalet e."   MA / Mahmut Altintaş