Li Başakşehîrê seyran hate lidarxistin 2023-07-16 20:44:09 STENBOL - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik ê di seyrana li navçeya Başakşehîrê hate lidarxistin de axivî, diyarkir ku rexne û xwerexnekirin ji bo partiya wan jêveneger in û wiha got: “Rexne bikin ku HDP li Tirkiyeyê bibe rol model.”   Komeleya Danasîn Çand Piştevanî û Piştgiriyê ya Civakî ya Mûş û Navçeyên Wê ya Başakşehîrê li Kayabaşi ya navçeya Başakşehîrê seyran li dar xist. Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Başakşehîrê û parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Agiriyê Sirri Sakik tev li seyrana ku welatiyan eleqeyeke zêde nîşan dan bûn.    Sirri Sakik ê li vir axivî diyar kir ku “zû an dereng” wê demokrasî were vî welatî. Sakik, da zanîn ku kurd û tirk dê bibin hemwelatiyên wekhev û destnîşan kir ku yên vê têkoşînê bi rê ve dibin gel in. Sakik, anî ziman ku hevalên wan bedelên giran dane û wiha got: “Ji ber vê yekê em ê mezintir bibin.”   ‘JI REXNEKIRINÊ NETIRSIN’    Sakik, destnîşan kir ku wê pêvajoya rexne û xwerexnekirinê berdewam bike û diyar kir ku ji herêmê heta giştî wê namzet bi guhdarkirina gotinên welatiyan bên hilbijartin. Sakik, bi lêv kir ku siyaseta welat HDP diyar dike û anî ziman ku nediyariyên di nava wan de kêmasiyan derdixîne holê. Sakik di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Ji rexnekirinê netirsin, rexne bikin ku partî kêmasiyên xwe bibîne. Rexne û xwerexnekirin rêbaza partiya me ya jêveneger e. Ji ber vê yekê hûn jî rexne bikin ku HDP li Tirkiyeyê bibe rol model.”   Seyran piştî xwarin xwarinê bi gerandina govendê bi dawî bû.