Ji 4 kesên li Cîloyê winda bûbûn 2 jê hatin dîtin 2023-07-16 21:54:23   COLEMÊRG - Li Colemêrgê 4 kesên ku dema bi Çiyayê Cîlo ve diçûn, di bin keviya qeşayê de man 2 jê hatin dîtin. Xebatên lêgerînê yên ji bo 2 kesên din jî hatibûn destpêkirin ji ber “şertên hewayê” hatin rawestandin.    Piştî ji koma geştyar a ji welatiyên bi navê Gulay Avcû, Mehmet Aydin, Hakîme Koç û Kemal Avcû pêk dihat ku ji Şirnexê hatin Çiyayê Cîlo yê li Geliyê Cinnet û Cehnemê yê li çoltera gundê Dêzê yê girêdayî navenda Colemêrgê agahî nehat wergirtin tîmên alîkariya ewil hatin hatin agahdarkirin. Hate zanîn ku welatiyên di pêşengtiya rêber de diçûn Çiyayê Cîlo ketine çala ji ber şikestina keviya qeşayê derketiye holê de mane. Li ser vê yekê ji bo welatiyan ji aliyê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD û cendermeyan ve xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.    Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de welatiyên birîndar ên bi navê Gulay û Kemal Avcû hatin rizgarkirin û bi helîkopterê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Hate diyarkirin ku Avci yên hevjînên hev ku hîpotermî derbaskirine li nexweşxaneyê di bin çavdêriyê de ne.    Hate zanîn ku welatiyên bi navê Hakîme Koç û Mehmet Aydin ên ji saet 13.00’an ve agahî jê nayên girtin di bin keviya qeşayê de mane û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber “şertên hewayî” hatine rawestandin û wê sibê berdewam bikin.