Li Silopiya û Hezexê bi beşdariyeke girseyî civînên gel hatin lidarxistin 2023-07-16 23:55:26   ŞIRNEX - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Zekî Îrmez ê li navçeya Silopiyayê di civîna gel a bi beşdariyeke girseyî hate lidarxistin de axivî wiha got: “Em ê gelê xwe re rêxistinkirina xwe mezin bikin.”   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çepên Kesk piştî hilbijartinên 14-28’ê gulanê, dest bi pêvajoya jinûveavakirinê kiribû. Di vê çarçoveyê biryar hatibû girtin ku di navbera 13-24’ê tîrmehê de li Botanê civînên gel li dar bixin. Civînên gel bi serdanên 3 şandeyan didomin. Şandeyan îro li navenda Şirnex û navçeyên wê yên Silopiya û Hezexê civînên gel li dar xistin.   Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, rêveberiyên navçeyê yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek şêniyên taxê tev li civîna gel a li Taxa Kizir a navçeya Silopiyayê hate lidarxistin bûn.   Îrmez ê bi bîranîna Çarên ku di Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Heke îro em li vir bikarin bicivin, ev bi saya têkoşîna wan daye ye. Em minetdarê wan in. Heta ku em têkoşîna wan bi serkeftinê tacîdar bikin em ê têbikoşin.”   ‘EM Ê BI GELÊ XWE RE RÊXISTINKIRINA XWE MEZIN BIKIN’   Îrmez, diyar kir ku piştî hilbijartinê pêvajoya ji nû ve avakirinê dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Sedema ku me di hilbijartinê de encama dixwest wernegirt rêxistinbûna me ye. Lİ ser vê yekê di çarçoveya pêvajoya jinûve avakirinê ya partiya me daye destpêkirin de li Botanê ji 3 baskan civînên gel li dar dixin. Di van civînan de rexneyên gelê me çi ne? Em li ku kêm man? Em ê bi gelê xwe re van nîqaş bikin û pêngaveke nû bidin dest pê kirin. Heta ku em serkeftinekê bi dest bixin ku ziman, çand û dîroka xwe bi rengekî azad bijîn em ê ji têkoşînê paş ve gavê neavêjin. Ji bo ku em serbikevin divê em bi gelê xwe re rêxistinkirina xwe mezin bikin.”   HEZEX   Li bajaroka Erebanê ya navçeya Hezexê jî civîna gel hate lidarxistin. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Amedê, rêxistina Partiya Çepên Kesk a Hezexê û gelek şêniyên bajarokî tev li civînê bûn. Eren ê qala girîngiya civînên tên lidarxistin kir wiha got: “Em bi gelê xwe re pêvajoya jinûve avakirinê didin destpêkirin. Ji ber vê yekê em bi gelê xwe re tên bahev û civînan li dar dixin. Kêmasiyên çêdibin ji me ne. Gelê me tişta dikeve berê wan dike. Em ê van kêmasiyan bibînin û rêxistinkirina xwe mezin bikin. Ew çi qas êrişî rêxistinkirina me bikin jî em ê li dijî vê têkoşîna xwe mezin bikin.”   Di heman çarçoveyê de Rêxistinên Şirnexê yên Partiya Çepên Kesk, DBP’ê û HDP’ê li avahiya HDP’ê ya Bajêr hatin bahev û civîn li dar xistin. Di civînê de rexne û pêşniyarên gel ên li dijî kêmasiyan hatin nîqaşkirin.