‘Em ê li ser şopa heqîqetê bin’ 2023-07-17 09:02:09 AMED - Rojnamevanên ku ji ber xebatên xwe yên pîşeyî 400 roj di girtîgehê de man, diyar kirin ku di çarçoveya operasyoneke mîzansen de hatine girtin û wiha gotin: “Em ê li ser şopa heqîqetê bin.”  Rojnamevanên mrıe di 16’ê hezîrana 2022'yan de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî di çarçoveya operasyona li dijî Çapemeniya Azad a navenda wê Amed de hatibûn girtin, 15 rojnamevan di danişîna ewil a piştî 400 rojan hate lidarxistin de hatin berdan.    Zeynel Abîdîn Bûlût, Sûat Dogûhan û Ramazan Gecîken ên ji girtîgehê derketin diyar kirin ku bi girtinan dixwazin rojnamevaniyê di bin zextan de bihêlin û destnîşan kirin ku wê li dijî hemû zextan şopa heqîqetê bidomînin.    OPERASYONEKE MÎZANSEN   Zeynel Abîdîn Bûlût bi lêv kir ku di encama operasyoneke mîzansen hatin girtin û anî ziman ku armanca desthilatê bêdengkirina Çapemeniya Azad e. Bûlût, diyar kir ku ji ber vê armancê hatin girtin û wiha got: “Bi girtina me xwestin bêdengiyekê biafirînin. Her wiha hewldan bi rêya me rojnamevanên mûxalîf jî bitirsînin. Bi girtina me rewşa xwedî derketina çapemeniya azad û çapemeniya kurd derket holê.    Bûlût, destnîşan kir ku piştevaniya bi Çapemeniya Azad re bû çavkaniya moralê û anî ziman ku domandina xebatan a hempîşeyên wî polîtîkaya tirsê ya desthilatê pûç kirin.    POLÎTÎKAYÊN 12 ÎLONÊ   Bûlût, diyar kir ku îşkence û pêkanînên li derveyî mirovahiyê yên piştî darbeya 12'ê Îlona 1980’yan li girtîgehan ketine meriyetê dewam dikin û got: “20 rojan em tecrîd kirin. Pişt re jî em sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê hatin kirin . Ji xwe midûr got; ‘gumanên me hene, em naxwazin li ser we derve were agahdarkirin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî hebû. Xwestin weke Esat Oktay Yildiran zextê bikin, lê hevalên me li dijî vê li ber xwe didin. Dema em derketin, hevalên li girtîgehê gotin ku ew bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin û vîna wî ruhî bi wan re heye.”    BERXWEDANA ÇAPEMENIYA KURD   Bûlût, anî ziman ku polîtîkayên qirkirinê yên li ser civakê bi rêya rojnamevanan tê meşandin û wiha berdewam kir: “Ji Rojnameya Kurdistanê bigirin heta salên 90’î em di îşkenceyan re derbas bûn û bi dehan hevalên me hatin qetilkirin, gelek hatin girtin, bi dehan saziyên me hatin girtin. Di her serdemê de çapemeniya kurd hate ber devê qirkirinê û bû hedef. Çapemeniya kurd li dijî van hemûyan bi serbilindî li ber xwe da. Mîrateyeke berxwedanê ku me ji Mûsa Anter û Gûrbetelî Ersozan wergirtiye heye. Ev çanda berxwedanê, destûr nade ku polîtîkayên desthilatê serbikevin. Ev berxwedan û kevneşopî wê di çapemeniya kurd de bidome.”   ‘EM JÎ DÊ BEDEL BIDIN’    Rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût   Bûlût, bi lêv kir ku bi girtina wan dihate xwestin ku Çapemeniya Azad bê darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Xwestin bêdengiyê biafirînin. Xwestin gelê kurd bi darizînin. Hewl dan polîtîkayên li ser civakê dimeşînin bi ser me rewa bikin. Îro rastiya kurd, Kurdistan û Çapemeniya Azad heye. Divê ev bên qebûlkirin. Heke ev neyên qebûlkirin ev pirsgirêk wê sed salên din jî berdewam bike. Ne em kî tê bila bê wê ev têkoşîn bi vî rengî bidome. Apê Mûsa jî bi dayîna canê xwe ev têkoşîn da. Gûrbetelî Ersoz jî bedel da, em jî dê bidin, wê nifşên piştî me jî bedel bidin. Heta ku rastiya kurd neyê qebûlkirin wê ev berxwedan bidome.”   ‘HÛN NIKARIN RASTIYA KURD VEŞÊRIN’    Bûlût, anî ziman ku heta ku rastiya kurdan neyê qebûlkirin wê têkoşîn bidome û wiha lê zêde kir: “Hûn nikarin bi bêdengkirina rojnamevanan re rastiya kurd û Kurdistanê veşêrin. Heke hûn nikarin rastiyan veşêrin wê demê divê hûn qebûl bikin. Tê wê wateyê ku hûn ê ji polîtîkayên xwe yên dijmitaniya li dijî kurdan paş ve gavê biavêjin. Tê wê wateyê ku hûn ê ji tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan paş ve gavê biavêjin. Hûn ê ji polîtîkaya pişaftinê paş ve gavê biavêjin.”   Bûlût, destnîşan kir ku tevî zextan jî wê xebatên xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em duh li dijî van polîtîkayan bêdeng neman em ê sibê jî bêdeng nemînin. Çapemeniya Azad li dijî van polîtîkayên li dijî gel wê tu caran bêdeng nemîne. Kî ava vê berxwedanê vexwe, wê vê xebatê vê rastiyê bidomîne. Çapemeniya kurd wê tu caran ji vê yekê paşve gavê neavêje. Em ê têkoşîna Çapemaniya Azad ku kevneşopiya wê ya berxwedanê heye, ji cihê lê mayî bidomînin.”   ‘ZEXT BÊENCAM MAN’   Rojnamevan Ramazan Gecîken jî diyar kir ku her demê li dijî Çapemeniya Azad zext hene û wiha got: “Weke dozên beriya niha me nîşan da ku ev jî bêencam e. Pêvajoya girtinê ya ji 8’ê hezîrana 2022’yan ve di kesayeta me de ji bo malbatên me weke ceza hate birîn.”   ‘EM NE BERSÛC, DOZDAR IN’    Rojnamevan Ramazan Gecîken   Gecîken, bal kişand ku xebatên wan ên pîşeyî bûne mijara îdianameyê û wiha berdewam kir: “Ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku dosyayeke bi darê zorê hatiye amadekirinê ye. Di kevneşopiya Çapemeniyê de ev îdianame û dozên bi darê zorê her tim hebûne. Encamekê bi dest naxin. Ji ber ku em mirovên ku karê xwe dikinin. Em di nav Çapemeniya Azad de dixebitin. Heta ku dosyayên bi darê zorê hebin aşkereye ku heq, hiqûq û edalet nayê vî welatî.”   Gecîken ê got “Em ne bersûc in em dozdar in” axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Hevalên ku piştî me hatin girtin jî hebûn. Em derketin lê em xemgînin. Di girtîgehê de hêj hevalên me yên rojnamevan ku tenê ji ber karê xwe dikirin û di nav Çapemeniya Azad de cih digirtin hene. Em dixwazin ew jî demildest bên berdan, azad bin û bên ser karê xwe.”   ‘EM Ê LI SER ŞOPA HEQÎQETÊ BIN’   Rojnamevan Sûat Dogûhan   Rojnamevan Sûat Dogûhan jî bi lêv kir ku bi girtina wan re hat xwestin ku rojnamevaniya kurd bê darizandin û wiha got: “Darizandineke ku bi temamî ji ber xebatên me yên pîşeyî û rojnamevaniyê bû. Ji ber ku dixwazin li Tirkiyeyê medyayeke yek deng ava bikin. Tehamûlî tu dengan nakin. Ev dozeke ji ber bêtehamuliyê bû. Piştî ku em 13 mehan girtî man encax me hawîrdoreke ku bikarin xwe lê îfade bikin dît. Em bi vî awayî hatin berdan. Hêj jî bi dehan rojnamevan ji ber nûçeyên çêkirine di girtîgehê de ne. Divê demildest rojnamevanên girtî bên berdan. Rojnamevanî di heman demê de lêgerîna heqîqetê ye. Em ê ji niha û şunde jî li ser şopa heqîqetê xebatên xwe bidomînin.”   MA / Mujdat Can